Êrîşa dagirkeriyê ya li Metînayê derbasî qonaxeke nû bû

HPG'ê got, "Êrîşa dagirkeriyê ya 16'ê Nîsanê li herêma Metînayê destpê kir, bi piştgiriya PDK'ê berfireh bû û derbasî qonaxeke nû bû."

ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Metînayê;

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşa dagirkeriyê de ji xeta Girê Çarçelê ber bi Girê Şehîd Dilbirîn ve çû. Di 26'ê Nîsanê de ji saet 20:00 heta 23:00 Qada Berxwedanê ya Golka bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin. Piştre li Qada Berxwedanê ya Golka bi helîkopterên Skorsky dagirkeran xwe li Girê Şehîd Ezda danîn. Di heman demê de ji gundê Qedîşê yê di bin kontrola PDK'ê de ye kepçe ber bi Qada Berxwedanê ya Golka ve hate anîn. Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK'ê dixwaze kepçeyan bîne, rê çêbike, hem li qadê bi cih bibe hem jî biçe ser tunelên şer. Di rewşa heyî de artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Golkayê li ser girên Şehîd Hesen, Şehîd Sorxwîn, Şehîd Ezda û Şehîd Dilbirîn e. Bi vî rengî êrîşa dagirkeriyê ya 16'ê Nîsanê li herêma Metînayê destpê kir bi piştgiriya PDK'ê berfireh bû û derbasî qonaxeke nû bû.

Li herêma Heftanînê;

26'ê Nîsanê hêzên Iraqê li Girê Pîrbila, Neqeba Şabanîkê û Şeranîşê bi cih bûn. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker jî li qadên Şehîd Kendal û Keşanê kete nava liv û tevgerê.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

27'ê Nîsanê saet ji 08:00 heta 09:00 li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

28'ê Nîsanê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkrean hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

27 û 28’ê Nîsanê qada Berdesor a herêma Hecîumran carekê, Qada Berxwedanê ya Şêlazê, Serê Metîna, Bêşîlî û Dergelê ya herêma Metînayê 8 caran, qada Goşînê ya herêma Xakurkê carekê, Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran, bi giştî; 12 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

27 û 28’ê Nîsanê Qadên Berxwedanê ya Girê Çarçel, Serê Metîna, Şêlazê, Dergelê û Golka ya herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”