JIN
Hemû Nûçe
-
‘Desthilatdar girtîgehê li dijî rojnamevanan weke çek bi kar tîne’
Woman Press Freedom ragihand ku 92 rojnamevanên jin di girtîgehê de ne û got: “Desthilatdar girtîgehê li dijî rojnamevanan weke çek bi kar tîne.” -
Qirkirina jinê: 2 jinên din hatin qetilkirin
Li navçeya Sîncan a Enqereyê û li navçeya Kepez a Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin, yek jî birîndar bû. -
Viyan Leyla: Jin divê xwe ji dewletê rizgar bikin
Endama PAJK’ê Viyan Leyla diyar kir ku hevberdana bêdawî tê wateya qutbûna ji sîstema desthilatdariya mêr û got ku jin divê xwe ji malbatê, medyayê, saziyên zewacê, akademiyê, leşkeriyeyê û dibistanên dewletê rizgar bikin. -
Bi rêya komunên jinan xwe digihînin civakê
Komunên jinan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rêya jinan xwe digihîne civakê û bingeha perwerdeyê datînin. -
Serokwezîrê Awûstralyayê: Tundiya li dijî jinan krîzeke neteweyî ye
Serokwezîrê Awûstralyayê Anthony Albanese piştî xwepêşandanên ku li gelek bajarên mezin hatin lidarxistin, ragihand ku tundiya li dijî jinê ‘bela’ û ‘krîzeke neteweyî ye’. -
Li Kobanê qadeke kar a jinan: Nanpêjiya Jiyan
Li Kobanê, Nanpêjiya Jiyan ji bo jinan bûye cihekî girîng ê kar û debarê. Xebatkarên wê hemû jin in. Kedkarên Nanpêjiya Jiyan 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran pîroz kirin. -
Hejmara Gulanê ya Newaya Jin derket
Hejmara meha Gulanê ya Newaya Jin gihişt xwînerên xwe. -
Jinên ciwan wê li Stûttgartê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
Li Stûttgartê ya ku girêdayî eyaleta Wurttemberg Baden a Başûrê Elmanyayê, bi pêşengiya tevgera jinên ciwan TêkoJIN’ê wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş were lidarxistin. -
TJK-E'yê bang li jinan kir: Dakevin qadên 1'ê Gulanê
TJK-E'yê 1'ê Gulanê silav kir û li dijî şer, qirkirin û kapîtalîzmê bang li jinan kir ku dakevin qadên 1'ê Gulanê. -
Dogû: Divê jin li dora 'Sifra Rojê' bicivin
Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstem, têkoşîn, fikir û hestên xwe mîna sifreyekê pêşkêşî jin û mirovahiyê dike û got, "Eger em sifreya Rojê mezin bikin, em ê karibin azadiya fîzîkî jî misoger bikin." -
Kuştina jinê bi gotina 'xwekuştinê' tê nixumandin
Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku kuştina jinê bêyî ku bi rengekî berfireh bê lêkolîn weke 'xwekuştinê' tê qeydkirin û ev yek jî cihê gumanan e. -
YJK-S’ê 8’emîn kongreya xwe li dar xist
Di 8’emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ku li ser esasê rêxistinbûna serdema nû li Baselê hate lidarxistin de peyama, "Em ê projeya Rêbertiyê ya nîvcomayî bi şoreşa jinê temam bikin” hat dayîn. -
KBDH: Em ê dagirkeran poşman bikin
Konseya Giştî ya KBDH'ê got, "Em ê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê poşman bikin ku di 16'ê Nîsanê de şerê dagirkeriyê gihandiye asteke nû." -
Li Cenevreyê jinan li ser bandora Jin Jiyan Azadî axivîn
Jinên ku beşdarî komxebata bi navê "Rêbertî û Jin" a li Cenevreyê bûn gotin, "Paradîgmaya azadiya jinê ya ku Rêber Apo daniye holê, rêya me jinan ronî dike.” -
DEM Partî: Gel wê destûrê nede qeyûman û girtina partiyê!
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku gel wê destûrê nede qeyûman û girtina partiyê û got: “Em ê li her derê paradîgmaya xwe ya azadîxwaziya jinê ku Birêz Ocalan mîmarê wê ye, bixin meriyetê.” -
YPJ şehadeta Fermandar Zozan Hesekê ragihand
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku yek ji pêşengên şoreşa jinê Zozan Hesekê şehîd bûye û diyar kir ku şehîd Zozan di têkoşîna xwe ya 34 salan de bûye dîroka têkoşîna jina Kurd û civaka Kurdistanê. -
Du caran hat koçberkirin, lê xwe ji berxwedanê neda alî
Sena Omer ku ji ber êrîşên dagirkeriyê di sala 2011’an de ji Helebê û di sala 2018’an de ji Efrînê koçber bû. Sena Omer ji Şehbayê temaşeyî mala xwe ya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û weke nuqteya leşkerî tê bikaranîn, dike. -
TJA: 1’ê Gulanê em ê li qadan bin
TJA’yê ragihand ku 1’ê Gulanê wê li dijî tecrîd, mêtingeriya kedê, şer û dijminahiya li hemberî jinê, li qadan bin. -
Li Şakranê cezayê hucreyê li girtiyên jin hate birîn
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ne derketin hevdîtinê, lewma ji bo 11 rojan cezayê hucreyê li wan hate birîn. -
YJK-E'yê banga beşdarbûna kampanyaya şandina nameyan kir
YJK-E’yê bang li her kesê ku beşdarî vê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re bibin ku ev kampanya li dijî tecrîda Îmraliyê hate destpêkirin. -
Rêxistinên jinan: Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Taksîmê ve!
Rêxistinên jinan bang li hemû jinan kirin ku di 1'ê Gulanê de bi dirûşma "Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Taksîmê ve" biherikin qadan. -
Li Swîsreyê komxebata 'Rêbertî û Jin’ didome
Komxebata "Rêbertî û Jin" ku di 21'ê Nîsanê de li bajarên Swîsreyê hatibû destpêkirin, îro li Luzernê hat lidarxistin. Jinan tecrûbeyên xwe yên têkoşînê parve kirin. -
Nergîs Mihemedî: Li Îranê li dijî jinan şerekî mezin heye
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgîs Mihemedî ku ji sala 2021ê ve li Tehranê girtî ye, li dijî "şerê mezin ê li dijî jinan" banga serhildanê kir. -
‘Desthilatdarî ji hêza jinê ditirse’
Cîhan Derwêş anî ziman ku dewletên desthilatdar ji hêza jin ditirsin û got: “Ew hêza ku ji fikir û felsefeya Rêber Apo tê, wê teqez bi ser bikev e.” -
Li Swîsreyê atolyeya ‘Jin û Rêbertî’
Li gelek bajarên Swîsreyê wê atolyeya ‘Jin û Rêbertî’ were lidarxistin. Destpêkê atolye li bajarê Lenzbûrgê hate lidarxistin.