JIN
Hemû Nûçe
-
YJK-H’ê banga tevlîbûna pêngava ‘Tîrêjên Rojê’ kir
Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê (YJK-H) bang li hemû jinan kir ku beşdarî kampanyaya ‘Tîrêjên Rojê’ ya ku di çarçoveya pêngava gerdûnî ya ji bo azadiya Rêber Apo de hatî destpêkirin, bibin. -
Werîşe Muradî piştî bangan dawî li greva xwe anî
Endama KJAR’ê Werîşe Muradî greva xwe ya birçîbûnê ya ku li Girtîgeha Evînê dayî destpêkirin, bi dawî kir. -
'Guherandina qanûna medenî wê ji bo civakê metirsîdar be'
Çalakvana warê jinan Sirûd Mihemed: Eger qanûna medenî bê guhertin, tu mafekî jin û zarokan namîne." -
TAJÊ bang kir: Qada hewayî ji balafirên şer ên Tirk bigirin
TAJÊ li ser êrişên li ser Şengalê nameyek ji hikumeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê re şand û bang li hêzên pêwendîdar kir ku qada hewayî ji balafirên şer ên dewleta Tirk bigirin. -
Ozgul Sakî: Desthilatdarî xwe nade ber hesabdayinê
Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî anî ziman ku desthilatdarî 22 sal in xwe nade ber hesabdayina polîtîkayên xwe yên dijminatiya li jinê. -
Girtiya nexweş Nergîs Muhammedî sewqî nexweşxaneyê kirin
Aktîvîsta Kurd Nergîs Muhammedî ya xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê, ku li Girtîgeha Evînê tê rehîngirtin, piştî 9 hefteyan sewqî nexweşxaneyê hate kirin. -
18 roj in Werîşe Mûradî di greva birçîbûnê de ye
18 roj in aktîvîsta Kurd Werîşe Mûradî li girtîgeha Evînê ya li Tehranê di greva birçîbûnê de ye. Bijîjkan hişyarî dan ku rewşa tenduristiya wê her diçe, xirabtir dibe. -
YJK-Îskandînavya: Ji bo azadiya Rêber Apo em banga seferberiyê dikin
YJK-Îskandînavyayê ji bo azadiya Rêber Apo banga seferberiyê kir û got: ‘’Weke jinan werin em birêxistinbûn û têkoşînê mezintir bikin.’’ -
PAJK: Fêmkirina heval Asya û Rojger, fêmkirina hevrêtiya bi Rêbertî re ye
Koordînasyona PAJK’ê got: “Peyama wana sonda serkeftinê ye, israra jina azad, mêrê azad û civaka azad e. Fêmkirina hevalên me Asya û Rojger û tevayî şehîdên me, famkirin û pêkanîna rêhevaltiya rast ya bi Rêber Apo re ye.” -
Aktîvîstên civaka sivîl piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya Werîşe Mûradî
Zêdetirî 120 çalakvanên civaka sivîl piştgirî dan çalakiya Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ku 18 roj in li girtîgeha Evîn a Tehranê di greva birçîbûnê de ye. -
KJK: Pisûlaya me ya esasî Rêber Apo ye
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku pêkhatina hevdîtina bi Rêber Apo re nayê wateya bidawîbûna tecrîdê û bang kir ku dawî li dîlgirtina li Îmraliyê bê anîn. KJK'ê got, "Pisûlaya me ya esasî Rêber Apo ye, gotinên wî ye." -
KJAR’ê bang li Werîşe Mûradî kir ku grevê bi dawî bike
KJAR’ê têkildarî greva birçîbûnê ya Werîşe Mûradî daxuyaniyek belav kir: "Li ser bingeha ruhê têkoşîna me, em daxwazê ji hevala xwe dikin ku dawî li greva xwe bîne da ku komîteyên me bikarin greva wê bidomînin." -
Jinan ji bo Rêber Apo seferberî îlan kir
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) got: ‘’Nabe ku mafên Rêber Apo yên qanûnî weke xweşxwaziyekê werin nîşandan. Em ê çalakiyên xwe derxînin asteke jortir.’’ -
Milîsên KBDH'ê li Stenbol û Edeneyê çalakî kirin
Milîsên Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ên KBDH'ê ragihandin ku di çarçoveya pêngava azadiyê ya ji Rêber Apo re, li Stenbol û Edeneyê çalakî kirine. -
PAJK: Berxwedan wê di xeta Bêrîtan de bigihîje serketinê
Koordînasyona PAJK’ê got: ‘’Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd, bidestxistina statûya Kurdistanê û jin di nava civakeke azad de bi awayekî azad bijîn têkoşîn û berxwedan wê tim girêdayî xeta Bêrîtanê bin û bigihîje serketinê.’’ -
YJK-E: Divê Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bibe
YJK-E ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo peyamek da û ji bo meşa Kolnê ev bang kir, "Rêbertiya me bi paradîgma û stratejiya Rêya 3’yemîn ji bo gelan bûye hêvî.” -
YJA Star: Helwesta Bêrîtan bû nîşaneya berxwedana bi rûmet
YJA Starê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Bêrîtan bi bîr anî û destnîşan kir ku helwesta Bêrîtan a li dijî xeta xiyanetê bû nîşaneya berxwedana bi rûmet a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. -
TJK-E: Em ê rê nedin êrîşan
Koordînasyona TJK-E'yê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo nixumandina bêçaretiya xwe êrîşî Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û got, "Em ê rê nedin van êrîşên komkujiyê." -
NY: Li herêmên şer lê heyî ji sedî 40'ê kesên jiyana xwe ji dest dane jin in
Yekîneya Jinan a NY'ê diyar kir ku ji ber zagonên ku jin û zarokan diparêzin “Bi eşkere tên binpêkirin” hejmara kuştiyên jin giheştiye ji sedî 40'ê miriyan û destdirêjiyên cinsî jî ji sedî 50 zêde bûne. -
Sûzan Îşbîlen: Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo jinan êdî cihekî ewle nîne
Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Sûzan Îşbîlen ragihand ku polîtîkaya bêcezahiştina kujeran bûye sedem ku hejmara kuştina jinan zêde bibe û got, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo jinan cihekî ewle nîne. -
'Xeta Bêrîtan serhildana li dijî xiyanetkaran e'
Gerîlayên YJA Starê Sozdar Amara û Zîlan Kobanê yek ji fermandarên pêşeng ên PKK'ê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn û destnîşan kirin ku xeta Bêrîtan serhildana li dijî xiyanetkaran e. -
Jinan qetilkirina jinan protesto kir: Em banga mezinkirina berxwedanê dikin
Jinan qetlîamên jinan bi meşê protesto kirin û peyama “Em banga mezinkirina berxwedanê dikin” dan. -
Li Girtîgeha Evînê cezayên nû yên girtîgehê li pênc jin ên girtî hate birîn
Hate ragihandin ku rayedarên Îranî cezayên nû yên girtîgehê li pênc jin ên girtî birîne ku Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Mûhammedî jî di nav de ne. -
Meclîsa Jinan a DEM Partî: Jin wê bibin pêşenga têkoşîna li dijî şer
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, encamnameya civîna dawî ya 20’ê Cotmehê ku tê de li ser xeta nû ya siyasî nîqaş hat kirin, parve kir. -
Meryem El Îbrahîm: Rêveberiya Xweser ji jinan re rêya rizgariyê ye
Meryem El Îbrahîm anî ziman rêveberiya xweser ji bo jinan rêya rizgariyê ye û destnîşan kir ku jin di nava sîsteham hevserokatiyê de ne.