Milîsên KBDH'ê li Stenbol û Edeneyê çalakî kirin
Milîsên Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ên KBDH'ê ragihandin ku di çarçoveya pêngava azadiyê ya ji Rêber Apo re, li Stenbol û Edeneyê çalakî kirine.
Milîsên Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ên KBDH'ê ragihandin ku di çarçoveya pêngava azadiyê ya ji Rêber Apo re, li Stenbol û Edeneyê çalakî kirine.
Di daxuyaniya Milîsên Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ên KBDH'ê de li ser çalakiyên li herdu bajaran ev agahî hatin dayin:
"22'ê Cotmehê saet di 16:30'î de li kolana Çîftehavûzlar a taxa Maltepe ya Zeytînbûrnû ya Stenbolê depoya kargehekê hate şewitandin ku qeblo û elektrîk ji navendeke kar re çêdikir. Di encamê de depo bi temamî şewitî. Milîsên me piştî çalakiyê vegeriyan qada ewle.
21'ê Cotmehê li Edene/Kîremîthaneyê dirûşm hatin nivîsandin."