Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li ser çalakiya greva birçîbûnê ya Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evînê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de KJAR’ê ji bo greva giştî bangewazî kir û daxwaz ji girtiya siyasî Werîşe Mûradî kir ku ji ber xerabbûna rewşa xwe ya tenduristiyê çalakiya xwe rawestîne.
Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:
"Li gorî wan nûçeyên ku ji Girtîgeha Evînê gihîştine, hevala me Werîşe Mûradî (Ciwana Sine) ji ber daketina zêde ya fişara xwînê di rewşeke gelek metirsîdar de ye û îhtimal heye ku hişyarbûna xwe ji dest bide û bikeve komayê.
Hevala me Werîşe Mûradî, endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di meha Tebaxê ya 2023'an de li Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat girtin û çend mehan îşkenceyên curbicur ên fizîkî û derûnî lê hatin kirin. Piştre ji aliyê dadger Selewatî ve bi tawana "bexî"yê hat tawanbarkirin û heta niha jî di rewşeke nediyar de tê ragirtin. Her wiha Wirîşe wek nerazîbûnek li hember sepandina cezaya îdamê li ser Şerîfe Mihemedî û Pexşan Ezîziyê di rûniştina duyem a dadgehkirina xwe de amade nebû. Werîşe ji 10'ê Cotmeha 2024'an ve ku hevdem e li gel roja cîhanî ya li dijî cezaya îdamê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Greva wêrekane ya Wirîşeyê bûye qonaxek ji têkoşîna jinên têkoşer ên di girtîgehan de û dengê berxwedanê û azadîxwaziyê gihîştiye guhê azadîxwazan û banga berxwedana jinan gihande çar aliyên cîhanê.
Em wek Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê) tevî silavên xwe yên şoreşgerî ji bo hevala me ya berxwedêr û pêşeng, bi hest û erka berpirsyariya xwe ya li hember vê rewşê, li ser bingeha ruhê têkoşîna xwe em daxwazê ji hevala xwe dikin ku dawî li greva xwe bîne da ku komîteyên me bikarin greva wê bidomînin. Em destnîşan dikin ku ji sibê û pê ve em ê bi awayekî vedor li welatên cuda yên Ewropayê ji bo piştgiriya Wirîşe Miradî û hemû girtiyên siyasî û hemû ew mirovên ku metirsiya îdamê li ser wan heye, dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan bikin. Her wiha em daxwazê ji hemû azadîxwazan dikin ku di piştgirî û xwedîderketina li Werîşe û hemû pêşengên din ên civakê bidomînin ku di girtîgehên Komara Îslamî de ne."