BI DÎMEN

Li Dûîsbûrgê bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin

Jinan bi gotina “Em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê xwe qebûl nakin” bi sedan nameyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji CPT’ê re bişînin amade kiribûn, şandin.

JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Kampanyaya ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) re name bişînin a ku ji hêla Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li Elmanyayê dewam dike.

Jin bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel li ber postexaneya navendî ya Dûîsbûrgê li hev civiyan û bi sedan nameyên amade kiribûn ji CPT’ê re şandin.

Jinan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku ew tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya gelê Kurd qebûl nakin û di her şert û mercî de ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê têbikoşin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.