Jinan li dijî destdirêjiya li hember zarok û pitikan li kolanan bûn

Jinan, ji bo balê bikişînin ser destdirêjina li hember zarok û pitikan li Qada Galatasarayê çalakiyekî ya protestoyê li dar xistin. Jinan daxwaz kirin ku kesên destdirêjiya jin,zarok û pitikan dikin bi cezayê herî giran bê cezakirin.

Jinên ku li gel zarokên xwe ji bo balê bikişînin ser destdirêjina li ser jin,zarok û pitikan a ku her roj li Tirkiyeyê tên kirin herikîn Qada Galatasarayê, daxwaz kirin ku kesên li hember jin, zarok û pitikan destdirêkjiyê dikin bi cezayê herî giran bên cezakirin. Jinên ku dovîzên bi nivîsên mîna; “Destên xwe yên qirêj  û hişmendiya xwe li ser zarokên me rakin” , “Bila êdî canên cuda ne êşin ,bi bêdengiyê dor tê me”, “Bila êdî dayîk negirîn, êşê nekişînin” hatin hilgirtin û dirûşmên “Destê dirêjî zarokan bibe bişkê”, “Dest nede bedena zarokan”  û “Bêdeng nebe ger ku bêdeng bibî dor tê te” hatin qîrkirin.

Jinên ku zaroka bi navê Irmak Kûpal a 3,5 a kuli Manîsayê hatî destavêtin û paşê hate xeniqandin bi bîr xistin bi gotinên mîna: “Çi gunehê zaroka 3,5 hebû? Bertekên xwe nîşan da.

Jinên ku banga piştgiriyê li kesên ku li kolanan re derbas dibûn kir bi van gotinan: “Ma gelo zarkên we nîne? Hûn çima ewqas bêdeng in. Îro dora zaroka wê ye sibe ya we ye” bertekên tund raberî gelên derdor kirin.