Nergîs Mihemedî: Li Îranê li dijî jinan şerekî mezin heye

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgîs Mihemedî ku ji sala 2021ê ve li Tehranê girtî ye, li dijî "şerê mezin ê li dijî jinan" banga serhildanê kir.

Alîgirên girtiya bi navê Nergîs Mihemedî ya Îranî peyama dengê wê weşand. Di peyamê de ev tişt hat gotin: “Jin û mêrên Îranî çi hunermend be, çi rewşenbîr, çi karker, mamoste û xwendekar bin, çi li hundir û çi li derveyî welat, ez bang li we dikim ku li dijî şerê li dijî jinan rabin.” 

Çalakvana mafên jinan bertek nîşanî şerê desthilatdariya Îranê da û got, “Li her kolanên Îranê li dijî hemû jinan şerekî mezin heye.”

Nergîs Mihemedî bang li her kesî kir ku serpêhatiyên jinên Îranî yên ku ji aliyê rayedaran ve hatine girtin, lêdan, îstîsmarkirin an jî destdirêjî li wan hatiye kirin li ser rûpela xwe ya Instagramê parve bikin.

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Muhammedî got, "Hêza parvekirina serpêhatiyên xwe biçûk nebînin. Bi vê yekê wê mêtingeriya hikûmetê derbikeve holê û têk biçe.”

Li gorî çalakvanan, di demên dawî de li Îranê jin ji aliyê polîsên exlaqî ve tên girtin û wan dibin navendên polîsan. Li ser torên civakî jî hashtaga "Şerê li dijî jinan" hat destpêkirin.

Hat diyarkirin ku Nergîs Muhammedî ev peyam ji girtîgeha Êvînê tomar kiriye. Nergis Muhammedî 5 mehan qertên telefonê lê hatiye qedexekirin, ji ber vê yekê qerta girtiyek din bikar aniye..

Di nîvê meha Nîsanê de, polîsên Îranê ragihandibûn ku ew kontrolên xwe yên li ser ferzkirina peçeya jinan li kolanan zêde dikin. Ji Şoreşa Îslamî ya 1979’an û vir ve jin neçar in porê xwe li cihên giştî veşêrin. Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji ber binpêkirina qanûna tund a cilûbergên welat di Îlona 2022'yan de hatibû girtin û hatibû qetilkirin. Piştî vê bûyerê serhildaneke bêhempa dest pê kiribû.