BI DÎMEN

‘Desthilatdarî ji hêza jinê ditirse’

Cîhan Derwêş anî ziman ku dewletên desthilatdar ji hêza jin ditirsin û got: “Ew hêza ku ji fikir û felsefeya Rêber Apo tê, wê teqez bi ser bikev e.”

SEROKA DESTEYA JIN A KANTONA FIRATÊ

Seroka Desteya Jin a Kantona Firatê Cîhan Derwêş têkildarî berxwedaniya jin a piştî şoreşa Rojava û berxwedaniya xeta jinê û têkoşîna wan a li hemberî dagirkeriyê, ji ANF’ê re axivî.

Cîhan di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Ji dîrokê ve sîstemên desthilatdar xwe her li ser jinê daye ferzkirin û meşandin. Ew bi xwe sîstemekî înkarkirina jin e. Bi taybet jî jinên ku di qadên siyasî, civakî, diplomasî û leşkerî de cih digirin jî dike hedefa xwe. Ew jina ku di nava civakê de xwe îsbat kir û weke pêşeng hat diyarkirin, ji desthilatdariyê re tirseke. Jin ji bo jiyaneke wekhev, demokratîk û bi edalet têdikoşe."

Cîhan anî ziman ku Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya jinê destpê kirî, dixwazin di şexsê jinê de tune bikin û wiha pêde çû: "Ew Şoreşa ku bi jinê destpê kirî, gelek destkeftî li dû xwede hişt. Şoreşa ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo gelek gavên girîng avêt, têde jinê xwe îsbat kir û di her warî de rola ku dikeve ser milê wê, lîst. Rêber Apo jî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ tespît kir ku jin dikare di her warî de xwe bi rêve bibe."

Cîhan Derwêş diyar kir ku dewleta Tirk a qirker ji hêza jin ditirse û got: "Dewleta Tirk a qirker ji hêza jinê ditirse, jina rêveber dibe hedefa dewleta Tirk, dewleta Tirk ji jina pêşeng ditirse. Jina civakê ji êrîş û koletiyê rizgar dike û diparêze, ji dewleta Tirk re tirseke. Li gundê Helincê yê li Kobanê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Ronahî, Dilar û Kobanê û êrîşa li dijî Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê, nîşan dide ku dewleta Tirk çiqasî ji hêza jinê ditirse. Di 18’ê Nîsanê jî Berdevka Rêxistina Sara hat hedefgirtin û di encamê de bi giranî birîndar bû. Lê dema her jinek tê hedefgirtin, hêrsa me jî zêdetir dibe û em bi hêztir dibin. Em ê li ser xeta şehîdên ku ji bo azadiya jin têdikoşin, têkoşîna xwe berdewam bikin. Dewleta Tirk çi dike bila bike em ê li dijî her komployê bi ser bikevin û em ê bibin bersiva li dijî van êrîşan."