BI DÎMEN

Tevgera Jinan a Sara ya Swêdê kongreya xwe lidar xist

Tevgera Jinan a Sara ya Swêdê li bajarê Vasterasê 9’emîn kongreya xwe lidar xist.

Kongre bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê berdevka Tevgera Jinan a Sara Ayşe Dîdar ve hat kirin. 

Ayşe Dîdar, pêşî hemû jinên berxwedêr û têkoşer silav kir û diyar kir ku kongre di pêvajoyeke girîng de pêk hatiye û got ku dirûşma "Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" ji aliyê jinên erdnîgariya Kurdistanê û cîhanê ve hatiye hemêzkirin.

Ayşe Dîdar, da xuyakirin ku divê li Îskandînavyayê ji bo rêxistinbûna jinan xebat bên berfirehkirin û got ku xwegihandina her jinê û rêxistinbûyînên din ên jinan wê têkoşîna hevpar bi hêztir bike. 

Di kongreyê de hat diyar kirin ku divê jin di avakirina ruhê neteweyî de roleke çalaktir bilîzin û li dijî her şêwe êrîşan bi awayekî hevpar tevbigerin.

Piştre kongre bi xwendina peyamên rêxistinên jinan ên KJAR, Tevgera Azadiya Jin û Kongra Star dewam kir.

Di beşa ku pêvajoya siyasî hat nirxandin de hat destnîşankirin ku bi xurtbûna paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê re, îdeolojiya bi serdestiya mêr, nîjadperestî, olperestî û neteweperestî paşve dikeve. Bi taybetî hat destnîşankirin ku berxwedana dîrokî ya Tevgera Jinên Kurd nîşan dide ku sedsala 21'an wê bibe sedsala jinê.

Di kongreya ku li ser berfirehbûna rêxistinbûyîna tevgera jinê ya Îskandînavyayê hat seknandin de, biryar hat dayîn ku ji bo rakirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, bi awayekî aktîf tevlî pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" bê kirin.

Di kongreyê de her wiha hat xwestin ku li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirin û terorîzekirinê yên dewleta Swêdê li hemberî gelê Kurd dimeşîne têkoşîn bê meşandin û hikûmeta Swêdê dawî li van pêkanînan bîne. Tevgera Jinan a Sara di nava sê mehên pêşiya me de li seranserê Îskandînavyayê gelek çalakî plan kirin. Bi taybetî li Îskandînavyayê, di çarçoveya pêngava "ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de di 22'ê Gulanê de çalakiyên cuda hatin plankirin.