'Di şexsê zarokan de dixwazin siberoja Rojhilata Navîn tarî bikin'

Endamên PAJK'ê Ozlem Batman û Rojbîn Kanî destavêtina li zarokan a li Tirkiyeyê nirxandin û gotin, "Di şexsê zarokan de dixwazin siberoja Rojhilata Navîn tarî bikin."

Endamên PAJK'ê Ozlem Batman û Rojbîn Kanî destavêtina li zarokan a li Tirkiyeyê nirxandin û gotin, "Di şexsê zarokan de dixwazin siberoja Rojhilata Navîn tarî bikin."

Ozlem Batman diyar kir, polîtîkaya AKP'ê ya li ser zarokan dimeşîne polîtîkaya tinekirina gelekî ye û bûyerên destavêtin û destdirêjiyê weke darbeya qirkirinê ya li hemberî siberoja gelan bi nav kir. Batman da xuyakirin, ku AKP bê darbeya qirêj li ser zarokan dimeşîne û hebûna we bi van polîtîkayan diparêze.

'EM XWEDÎ LI ZAROKÊN XWE, LI SIBEROJA XWE DERKEVIN'

Batman diyar kir, civaka li hemberî van polîtîkayên kirêt ên AKP'ê bêdeng bimîne, ew civak bê îrade bûye û got, "Beriya her tiştî divê civaka Kurd bi zanebûn nêzî vê zîhniyeta kirêt bibe. Pêwîste gelê me li dijî vê zîhniyeta qirêj, xwe bi rêxistin bike û têbikoşe. Divê em ji zîhniyeteke bi vî rengî edaletê hêvî nekin û sîstema xwe ya edaletê ava bikin. Divê ev polîtîka bi ti awayî têkoşîna me neşikîne. Berevajî, divê têkoşîna me ji her demê xurtir bibe. Di vir de ya girîng ew e ku em bi xurtî li hemberî van polîtîkayên kirêt derkevin. Girîng e neyê ji bîrkirin, xwedîderketina li van zarokan, xwedîderketina li siberoja xwe ye."

'YA KU ÎRO DIQEWIME, BERHEMA ZÎHNIYETA FAŞÎST E'

Endama PAJK'ê Rojbîn Kanî jî destavêtin û destdirêjiya li zarokan weke şerekî qirkirinê bi nav kir û got, "Di nava xeleka ji agir a AKP'ê de yên di destpêkê de dişewitin jin, zarok û extiyar in. Hikûmeta AKP'ê bi van polîtîkayên xwe yên kirêt ve, di şexsê zarokan de ji her alî ve civakê tine dike. Bi taybetî li Kurdistanê di dibistnên YÎBO de vê polîtîkayê dimeşîne. Armanca çêkirina van dibistanan li van herêman, têkbirina siberoja civakê û afirandina civakeke bê vîn e."

Kanî gotina Waliyê Tirk ê li Sêrtê Mûsa Çolak ku digot, 'Zarok, li şûna ku keviran bavêje bila fûhûşê bikin' bibîr xist û got, "Li dibistanan ne tenê zarok, di şexsê zarokan de mamoste jî tên têkbirin." Kanî ev bang li mamosteyan kir: "Ya ku tê xwestin li dibistanan bê afirandin, kesayetiyekî vîna xwe nîne. Ev yek ji aliyê AKP'ê ve li van dibistanan tevî civata Fetûllah Gulen ji berê ve dimeşîne. Bi vê siyaseta gemarî ve AKP hurmeta civak nîşanî mamosteyan dide, ji holê radike. Divê mamoste bi vê zanibin; di şexsê zarokan de kesayetiya mamosteyan jî tê têkbirin. Lewma divê mamoste li hemberî van polîtîkayên kirêt ên AKP'ê bêdeng nemînin. Pêwîste keseke/î hîn dike, nebe qurbanê siyaseteke qirêj. Divê mamoste û hemû gelên Rojhilata Navîn bi vê zanibin; li kreşê destavêtina li zarokekî, destavêtina li civakê ye. Ya ku li wir bê vîn tê hiştin ne tenê zarok e, civak e. Dixwazin Rojhilata Navîn a siberoja wê tarî bûye, bafirînin."

'GENERALÊN BIÇÛK ÊN APOYÎ WÊ HESAB BIPIRSIN'

Kanî di dewama axaftina xwe de got, "Hikûmeta AKP'ê bi van polîtîkayan ve gora xwe bi dest ê xwe dikole. Rojnamevanan, rewşenbîran ev yek gelek caran bilêv kirin. Lê mixabin, nexwestin vê qîrînê bibihîzin. Ji ber ku kes newêre li hemberî faşîzma AKP'ê derkeve, civak ber bi tinebûnê ve diçe. Divê hikûmeta AKP'ê gelekî baş bi vê zanibe: Generalên Apo gihaştine asta fêmkirina van polîtîkayan. Ev general wê bi ti awayî li pêşberî van polîtîkayên qirêj bêdeng nemînin."

...