NÛ BÛ I

Nerazîbûnên li dijî êrîşa li ser Çapemeniya Azad didomin

Di xwepêşandanên ku bi piranî li ber konsolosxaneyên Belçîkayê hatin lidarxistin de li hemberî êrîşan ku bi qasî pêkanînên rejîma dîktator a Tirkiyeyê hatine kirin bang li Belçîkayê hat kirin ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.

ÊRÎŞA LI SER ÇAPEMENIYA AZAD

Êrîşa polîsên Belçîkayê ya duh bi şev li ser Medya Haber û Stêrk TV, li bajarên Basel û Chur ên Swîsreyê û Den Haag ê Holandayê bi çalakiyan hat protestokirin.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê li ber Konsolosxaneya Belçîkayê çalakiyek hat lidarxistin.

Kurdistanî li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-Bl) hatin gel hev û çelenga reş danîn ber konsolosxaneyê.

Piştre daxuyaniya Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ên têkildarî êrîşên li ser saziyên Kurdan hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi êrîşên li ser çapemeniya Kurd xwestine dengê gelê Kurd bê qutkirin û ev tişt hat gotin: "Derdora polîsên Belçîkayê bi şev li dijî qenalên Stêrk TV û Medya Haber TV'ê pêk hat. Ji ber ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî Kurdan derbasî qonaxeke nû kiriye. Hêzên ku dixwazin dengên muxalîfan qut bikin bi awayekî hemwext bi ser çapemeniya Kurd de girtin û li Tirkiyeyê rojnamevan dîl hatin girtin. Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi serdana lîderê rejîma Tirk Erdogan a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê re pêk hat."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tu bingeheke hiqûqî ya serdegirtina Çapemeniya Azad nîne û bang li Belçîkayê hat kirin ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.

CHUR

Li Churê jî girseyê bertekên xwe li ber stasyona trenê ya navendî bi meşekê nîşan da. Li qada çalakiyê Hevserokê CDK-Churê Kureyş Doymaz li ser pêvajoyê axivî. Piştre daxuyaniyên CDK-S û YJK-S'ê hatin xwendin.

DEN HAAG

Êrîşa polîsan a li ser Medya Haber TV û Stêrk TV li ber Sefaretxaneya Belçîkayê ya li bajarê Den Haag ê Holandayê bi çalakiyekê hat protestokirin. Nêzî 80 kes beşdarî çalakiya bi pêşengiya Dem-Nedê hat lidarxistin bûn. Di daxuyaniya çapemeniyê de hat ragihandin ku zextên polîsên Belçîkayê ne kêmtirî pêkanînên polîsên dewleta Tirk e û hat gotin ku di heman rojê de êrîşên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê  zêde bûne. Di çalakiyê de belavokên der barê êrîşan de hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.

ROMA

Li paytexta Îtalya Romayê bi pêşengiya Komîteya Kurd a Ararat serdegirtina polîsan a li dijî Medya Haber û Stêrk TV’yê hat protestokirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Kujer Tirkiye, hevkar Fransa”, “Fransa destê xwe ji Kurdan vekêşe” û “Medya Haber û Stêrk TV dengê me ne, hûn nikarin dengê me kêm bikin” hatin hilgirtin.

Girseyê li pêşiya Konsolosxaneta Fransayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sansura Fransa û Belçîkayê ya li dijî çapemeniya Kurd, antîdemokratîk e. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev sansura li dijî çapemeniya Kurd tê wateya veşartinan qirkirina Kurdan û mafê agahî girtina Kurdan desteser dike. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku tu pêkanînên faşîst nikare dengê Çapemeniya Azad a Kurd kêm bike.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Ji çapemeniya Kurd re azadî”, “Free Kurdistan, Free Ocalan” bi dawî bû.

AACHEN

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê êrîşa li dijî Çapemeniya Azad bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Çalakî bi pêşengiya KCDK-E bi tevlîbûna meclîsên herêmî yên Aachen, Essen, Duîsbûrg, Dortmund, Dusseldorf, Koln, Bonn û Durener bi awayek girseyî li pêşiya Konsolosxaneya Belçîkayê hat lidarxistin. Di axaftinên çalakiyê de hate gotin ku Belçîka bi piştgiriya Fransa û dewleta faşîst a Tirk bê hincet êrîşî  Stêrk Tv û Medya Haber TV'yê kiriye û êrîş hatin protesto kirin.