Li bajarên Nantes û Dragûîgnanê yên Fransayê bi pêşengiya gelê Kurd, dostên wan û TCŞ’ê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê û êrîşên li ser saziyên weşanê yên Kurdan Medya Haber û Stêrk TV’ê, meş û mîtîng hate lidarxistin.
Ciwanan di meşê de diyar kirin ku ew êrîşên dagirkeriyê qebûl nakin û bê navber dirûşmeyên “Faşîst Erdogan” û “Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin. Piştî meşê mîtîng hate lidarxistin.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dragûîgnanê êrîşên li Metînayê hatine destpêkirin û yên li Belçîkayê li dijî saziyên weşanê yên Kurdan Medya Haber û Stêrk TV şermezar kirin.
Hevserokan wiha gotin: “Em van êrîşan qet qebûl nakin. Her tim em bi gerîlayên azadiyê re ne. Gelê Kurd wê her tim destkeftiyên xwe biparêze û wê êrîşên dewletên Belçîka û Fransayê ku hevkarên dewleta Tirk in, pûç bikin.”
Li bajarê Nantes ê Fransayê jî zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad ên hem li Ewropa û Tirkiyeyê, hem jî li Bakurê Kurdistanê bi çalakiyekê şermezar kirin.