BI DÎMEN

Li Achîmê Çarşema Serê Nîsanê hate pîrozkirin

Li Achîmê Çarşema Serê Nîsanê hate pîrozkirin. Hevseroka FED-DEM'ê Sebahat Ergîn li pîrozbahiyê axivî û got, "Heta ku ev gel xwedî li xwe, Kurdîtiya xwe, tevgera xwe û Şengalê derkeve wê kes nikaribe vî gelî û vê çandê tine bike."

CEJNA ÊZIDIYAN

Mala Êzidiyan a Achîm-Verdenê li bajarê Aachîm ê Elmanyayê ji bo Çarşema Serê nîsanê pîrozbahiyek lidar xist. Ji Bremen, Achîm, Verden û bajarên derdorê gelek Êzidî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Şêx Xwedêda dua kir, piştre jî Hevseroka FED-DEM'ê Sebahat Ergîn axivî.

Sebahat Ergîn diyar kir ku vî gelî, vê baweriyê di dîroka mirovahiyê de bingeheke gelekî pîroz ava kir û got, eger dûrî ji welatê xwe jî vê çanda xwe diparêzin, zarokên xwe bi vê çandê mezin dikin û cejna xwe pîroz dikin, ev yek nîşan dide ku ne dagirkeran ne jî hinekî din kariye vê çanda pîroz tine bikin.

Sebahat Ergîn bi dewamî got, "Ev baweriya pîroz nikare bê tinekirin. Heta ku ev gel xwedî li xwe, li Kurdîtiya xwe, li tevgera xwe û li xaka pîroz Şengalê derkeve wê kes nikaribe vî gelî, çanda wê, cejnên wê tine bike."

Piştre bi navê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî Elîza Yalçin cejn li beşdaran pîroz kir. Her wiha peyama KNK'ê ya ji bo Çarşema Serê Nîsanê hate xwendin. KNK'ê xwest xweseriya Şengalê û îradeya Êzidiyan bê naskirin.

Di pîrozbahiyê de Hozan Ferhad, Koma Hebûn Zarok û Ciwan stranên xwe gotin û govend hate gerandin.