BI DÎMEN

Kurdên li Rûsyayê zextên li ser çapemeniya azad şermezar kirin

Kurdên li Rûsyayê û dewletên Yekîtiya Dewletên Sowyetê serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Nûnerên saziyên Kurdan ên li Rûsya û dewletên Yekîtiya Sowyetê li paytexta Rûsya Moskowayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û êrişên li ser çapemeniya azad şermezar kirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Moskowayê Rafîkê Kamil û Berpiryara Rêxistina Jinên Kurd li Moskowayê a Viyan Tera Qadir bi navê saziyan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV hate bibîrxistin û hate ragihandin ku tiştekî tesadufî nîne ku êrişên li ser studyoyên herdu qenalên televîzyonê di demeke welê de hate kirin ku Erdogan serdana Iraqê û Başûrê Kurdistanê dikir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ewropa ku xwe weke parêzvanê demokrasiyê nîşan dide, polîtîkayeke durû dimeşîne û hevkariyê bi dewleta Tirk a faşîst re dike.

Her wiha hate gotin, "Têkoşîna gelê Kurd her diçe xurtir dibe, ev yek hêzên tarî ditirsîne, lewma êrişên xwe zêde dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bi navê Kurdên li Rûsyayê bang li hêz û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku dest ji van polîtîkayên qirêj berdin û têkoşîna mafdar a gelê Kurd rewa qebûl bikin.