HRE'yê bersiv da: 10 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên bersivdanê yên hêzên wan de 10 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin ku 4 ji wan leşker, 6 jî çete bûn. Her wiha 12 dagirker jî birîndar bûn.

Fermandariya Giştî ya HRE’yê têkildarî çalakiyên bersivdayînê yên li hemberî êrîşên dagirkeriyê ku di navebar 2 û 29’ê Nîsanê de hatine lidarxistin, daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniya ku li ser malpera HRE'yê hate weşandin de ev agahî hatin parvekirin: 

"Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber berdewam dikin. Li hemberî van êrişên dagirkeriyê hêzên me (Hêzên Rizgariya Efrînê) jî çalakiyên misîllemeyê li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de:

Di roja 2'ê Nîsanê li xeta bajaroka Babê çalakiyek sekvanî hat li darxistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

Roja 6'ê Nîsanê li xeta Maree hêzên me çalakiyeke sekvanî li dar xistin û di encamê de çeteyek hate kuştin.

Di roja 13'ê Nîsanê de çalakiyeke taybet li gundê Eble hate li darxistin. Di encamê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû, seyareyek hate îmhakirin.

Di roja 18'ê Nîsanê de li xeta Maree hêzên me çalakiyeke taybet li darxistin û di encamê de 3 çeteyên dagirker birîndar bûn.

Di roja 23'ê Nîsanê li dijî baregeha Daxilbaşê ya artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran çalakî hate li darxistin. Di encama vê çalakiyê de jî leşkerek dagirker hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Roja 26'ê Nîsanê li xeta Ezazê çalakiyek sekvanî hat li darxistin û di encamê de çeteyek hat kuştin.

Roja 28'ê Nîsanê li xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke sekvanî li dar xistin. Di encamê de çeteyek dagirker hate kuştin.

Roja 29'ê Nîsanê li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker ên Enabkê û Kefirmizê yên li navçeya Şera a kantona Efrîna dagirkirî çalakiyên taybet hatin li darxistin. Di encama herdu çalakiyan de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birindar bûn.

Di tevahiya van çalakiyan de bi giştî 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 6 çete hate kuştin, 8 leşker û 4 çete jî birîndar bûn."