KNK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir

KNK'ê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.

Peyama KNK'ê bi vî rengî ye:

"Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi berxwedana xwe, bi xwuhdana eniya xwe, bi keda xwe, 1'ê Gulanê kirine cejna xwe ya 'Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê'. Ev cejn vê gavê li seranserê Cîhanê tê pîrozkirin. Bila Cejna 1'ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû Cîhanê pîroz be.

Cejna 1'ê Gulanê ya hemû xelkê Kurd e, ya Kurdistaniyan e jî. Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî serê sedan salan e, ji bo azadiyê, rizgariyê, jiyaneke dilşa û serbilind têkoşînê dikin. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadiyê û rizgariyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî, bi vê keda mezin a têkoşînê, cejna 1'ê Gulanê heq kirine. Bila li wan jî pîroz be. Gerîla û Pêşmerge û doza mezin ya Kurdistanê jî, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar yên 1'ê Gulanê ne, bila li wan jî pîroz be.

Rejîmên zalim û zordar her tim pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derxistine pêşiya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, ne jî xelkê, serê xwe li ber van zilmên serdestan şor nekirine û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Gelê Kurd ji kevn were, ev cejna kar û kedê weke cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye.

Em îsal jî cejna 1'ê Gulanê, di rewşeke giran de pêşwazî dikin. Li çar aliyên Kurdistanê, êrîş û planên li dijî gelê Kurd dewam dikin. Projên dijminan mezinin û hemû destketên Kurdan di bin xeteriyek mezin de ne. Dewleta Tirk xwe ji êrîşeke mezin re amade kiriye. Hemû amadekariyên xwe yên leşkerî pêk anîne. Ji mehên payîzê û vir ve, dest bi hemleyek dîplomasiyê jî kirine. Heyetên wan geh li Ewropa ne geh li Emerîka ne, geh li Rusya ne, geh li Îran û welatên Ereban e. Herî zêde jî diçin Iraqê. Dixwazin Îran û Iraqê jî bikin şîrîkê xwe û êrîş bikin. Hedefa pêşiyê Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û hemî bingeh û baregehên gerîla ne. Paşê jî Rojavaya Kurdistanê ye. Amanca xwe bi vî rengî eşkere dikin, lê di bingehê de Başûrê Kurdistanê jî di nav de, hemû destketên Kurdan hedef digrin û dixwazin hemû destketan ji holê rakin. Divê hemû partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî vê rastiyê bibînin û li gorî vê rewşê tevbigerin. Divê hemû hêzên Kurdistanî, yekîtiya xwe xurttir bikin û bi hev re bi yek dengî li ber van planan rabin.

Divê hemû hêzên Kurdistanê li dijî êrîş û planên dagirkeran derkevin. Bi vê munasebetê em bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li her derê bi coşa Newrozê tevlî çalakiyên pîrozbahiya 1'ê Gulanê bibin, di van çalakiyan de, li hember êrîş û dagirkeriyê derkevin û dengên nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeran bilind bikin û li tenişta hêzên parastina Kurdistanê cihê xwe bigrin.

KNK 1'ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên Cîhanê, li gelên Kurdistanê û hemû xelkên Cîhanê pîroz dike."