BI DÎMEN

Kalçik: AKP her wiha dijminê erdnîgariya Kurdan e

Serokê Van Çev-Derê Alî Kalçik destnîşan kir ku AKP çavkaniya gelek pirsgirêkên giran ên li xwezayê ye û got, li gel înkarkirina nasnameya Kurd her wiha dijminatiyê li xwezaya Kurdan dike.

Tejaneya Wanê ku çavkaniya jiyanê ya cografya Kurdistanê ye ji ber polîtîkayên bi zanebûn ên AKP'ê xisareke mezin lê bû. Li ser bi sedan çemên ku ber bi Gola Wanê ve diherikin bi sedan HES û bendav hatin çêkirin. Ev yek jî bû sedem ku zindiyên li vê herêmê tine bibin. Li gel tinekirina qada jiyanê ya gelek zindiyan her wiha ava ku bi ser Gola Wanê ve diherike kêm bû.

Gola Wanê û derdora wê weke navendeke rantê pêşkêşî AKP û alîgirên wê hatin kirin. Di serî de peravên Gola Wanê li derdora golê beton hate rijandin, avahî hatin çêkirin. Ji ber vê jî qadên jiyanê yên bi milyonan zindiyên li derdora gola Wanê hate tinekirin.

'QANÛN BI CIH NAYÊN ANÎN'

Serokê Komeleya Parastina Berhemên Dîrokî û Hawirdorê ya Wanê (Van Çev-Der) Alî Kalçik anî ziman ku mîna li tevahiya cîhanê li herêmê jî krîza avê heye û diyar kir ku bi taybetî li Tejaneya Gola Wanê kêmbûna gelekî zêde ya avê bûye sedema fikarên cidî. Kalçik ragihand ku xisara bi AKP'ê re li xwezayê bû di dema dawî de bûye sedema pirsgirêkên cidî û got, "Li her devera cîhanê pirsgirêkên hawirdor û ekolojîk hene. Têkildarî van jî rêvebername, qanûn û pîvan hene. Lê belê li herêma me ev qanûn û pîvan bi cih nayên anîn. Xweza tê talankirin. Ava li Gola Wanê gelekî kêm dibe."

'AKP QADA JIYANÊ YA ZINDIYIAN TINE DIKE'

Kalçik di dewama axaftina xwe de got, "Bi qasî Gola Wanê qadên me yên şilî hene. Van qadên şilî jî weke 'çiravê' nîşan didin û bi mejiyê ku divê çirav bê ziwakirin tevdigerin. Ev qadên me nirxên me ne. Ev qadên me navendên biyolojîk ên pêşketî yên paqijkirinê ne. Di heman demê de cihên hilberîn û jiyanê yên bi milyonan zindiyan e. Qadên me yên şilî çavkaniyeke oksîjenê ne. Qadên jiyanê di oxira rantê û berjewendiyan de têne tinekirin. AKP'ê li Tejaneya Gola Wanê bi hezaran donimî qadên şilî ziwa kir, kir beton û pêşkêşî rantê kir. Li gorî qanûnê dagirtin, ziwakirin û xerakirina qadên şilî û lêkirina avahiyan sûc e, lê tevî vê yekê jî ev qad têne tinekirin."

'RIJANDINA BERMAHIYAN LI GOLA WANÊ TARÎKIRINA JIYANÊ YE'

Kalçik anî ziman ku ji ber xisara tê kirin nifşê masiyê Gola Wanê li ber tinebûnê ye û got, "Bermahiyên kanalîzasyonê yên li derdora Gola Wanê bi ser Gola Wanê ve tê herikandin ku ev yek dibe sedema pirsgirêkeke cidî. Bi qasî înkarkirina nasnameya Kurdan her wiha pirsgirêkên ekolojîk ên li cografya Kurdan jî nayên dîtin. Polîtîkayeke dijminatiyê tê meşandin. Lewma banga me li mirovên me yên li vê derê ye ku hurmetê nîşanî ekolojî û jiyanê bidin. Divê em jiyanê tarî nekin."