Rûsya wê bi tetbîqata nukleerî bersivê bide gefên Rojava!

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Serokê Federasyona Rûsyayê li hemberî gefên serokên Rojavayî banga tetbîqata nukleerî ya di demekî nêz de kiriye.

Li gorî daxuyaniya ku ji Kremlînê hate dayîn, tetbîqatên nukleerî yên ku wê ji aliyê Rûsyayê ve werin kirin, ji îhtimala şandina leşkerên NATO’yê ya ji Ûkraynayê re weke bersivekê ye. Ku Serokê Fransayê Emmanûel Macron jî di nav van nûnerên Rojavayî de ye. 

Berdevkê Rûsyayê Dmîtrî Peskovî got: ‘’Serokên Rojavayî dixwazin û armanc dikin ku li dijî Rûsyayê leşkerên NOTO’yê li Ûkraynayê bi cih bikin.’’

Serokê Fransayê Emmanûel Macronî demekê beriya niha destnîşan kiribû ku ger Rûsya ceperên li Ûkraynayê têk bibe dibe ku yekîneyên Rojavayî derbasî qada şer bibin. 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja Yekşemê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî li hemberî gefên serokên Rojavayî banga tetbîqata nukleerî ya di demekî nêz de kiriye. 

Wezaretê  li ser Telegramê daxuyaniyek da û got: ‘’Di dema tetbîqatê de têkildarî amadekirin û bikaranîna çekên nukleerî yên nestratejîk de ji bo perwerdeyê wê hin tedbîr werin girtin.’’

Hate ragihandin ku banga tetbîqat bi armanca amadebûna artêşê ya piştî gefên hin serokên Rojavayî yên li dijî Rûsyayê hatiye kirin.