Li Afganîsatan û Pakîstanê aşût: 100 mirî

Li Afganîstan û Pakîstanê di rojên dawî de piştî barîna berfa zêde ya di nava 3 rojên dawî de herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Afganîstanê herî dawî li bakurê paytext Kabîlê di encama karesata aşûtê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herêmên Badakîstan a dikeve Bakûrêrojhilatê welat, Nangahûr ê dikeve Rojhilat û Parwan a nêzî paytex Kabîlê yek ji herêmên ku herî zêde ji karesata aşûtê bi bondor bûne, li gorî çavkaniyê herêmî hêjmara miriyan ji 90 kesan derbas kiriye.

Balafirgeha Kabîl a yek ji nuqteya herî girîng ku têkiliyên ji derve ji bo welat tê ragihandin jî ji ber barîna berfê ya zêde firîna balafiran hate rawestandin.

Li bajarê Chîtral ê Pakîstan ku cîranê Afganîstanê ye di aşûta qewimî de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.