Erebîstana Siûdî karê 90 hezar karkerên înşeatê betal dike

Li Erebîstana Siûdî ku kêmbûna buhayê petrolê bandoreke giran lê kir, wê karê bi deh hezaran karkerên li sektora înşeatê dixebitin were betalkirin.

Li Erebîstana Siûdî ku kêmbûna buhayê petrolê bandoreke giran lê kir, wê karê bi deh hezaran karkerên li sektora înşeatê dixebitin were betalkirin. Şîrketa li navenda krîza sektora înşeatê cih digire, şîrketa Bîn Laden e, ku par di qezaya vîncê de rê li ber mirina zêdehî sed mirovî vekiribû.

Têkildarî vê şîrketa xwediyê wê birayê lîderê berê yê El Qaîdeyê Ûsama bîn Laden, Bekîr bîn Laden e, rojnameya Wall Street Joûrnal nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat ragihandin, ku piraniya wan biyanî wê karê 50 hezar karkeran bê betalkirin. Rojnameyê diyar kir, ku sedema derxistina ji kar jî nîvcomayîna gelek projeyên Siûdî ji ber kêmbûna buhayê petrolê tê nîşandan.

Rojnameya El Watan jî ragihand, hejmara karkerên ji aliyê vê şîrketê ve ji kar bên derxistin 90 hezar e û ji van 77 hezar karkerên biyanî ne. Tê gotin, wê karkerên biyanî li welatên jê hatine bên vegerandin.