Li Metînayê çalakî: 13 dagirker hatin cezakirin -NÛ BÛ

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya Metînayê ji du baskan ve li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encama çalakiyê de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li herêma Metînayê;

30'ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê, hêzên me dagirker xistin bin kontrola xwe. Saet di 09:00 de ji du baskan ve li dijî van dagirkeran çalakiyeke koordîneyî kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li koma dagirker xist ku li hev kom bûbû û ji nêz ve derbên giran lê xist. Li vê derê 12 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi sekvaniyê li dagirkeran xist, di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Di vê çalakiyê de ku ji aliyê tîmên gerîla yên pispor ve hate kirin bi giştî 13 dagirker hatin cezakirin.

DI ÊRÎŞA ARTÊŞA TIRK DE 3 SIVÎLÊN ROJHILATÎ ŞEHÎD BÛN

Li herêma Xakurkê;

28'ê Nîsanê li qada Xinêreya Jor a li herêma Xakurkê, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombardûman kirin. Di encama vê bombardûmanê de hate îdîakirin ku hêzên me windahî dane. Lê belê nûçeyên artêşa Tirk a dagirker bi tmamî derew in, di vê bombardûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye, lê belê di encama bombardûmana artêşa dagirker de 3 mirovên me yên sivîl ên ji Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

29'ê Nîsanê saet di 06:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

30'ê Nîsanê saet di 16:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Heftanînê;

27'ê Nîsanê saet di 04:30'î de derdora gundê Demka yê li herêma Keşanê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve hate bomobekirin. Piştî vê bombardûmana artêşa Tirk hêzên Iraqê li gundê Demkayê bi cih bûn.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

29 û 30'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Girê Bahar, Girê Amediyê 8 caran, li herêma Xakurkê qada Sinînê 2 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Dergelê carekê, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê; bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

28, 30'ê Nîsanê û 1'ê Gulanê li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê, Dergelê, Golka, Qesrokê û Girê Hakkarî bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."