BI DÎMEN

Karasû: Xwedîderketina li Rêber Apo wê tevahiya mirovahiyê hembêz bike

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Ev xwedîderketin wê mirovahiyê hembêz bike. Hingî wê CPT jî helwesteke rast nîşan bide. DMME jî wê bi rola xwe rabe, yan jî rola xwe bi bîr bîne. Û Rêber Apo jî bi têkoşîneke bi vî rengî azad bibe."

NIRXANDINA MÛSTAFA KARASÛ YA LI SER ROJEVÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya Medya Haber TV bû û rojev nirxand. Hin beşên ji nirxandina Karasû bi vî rengî ne:

"Li ser Rêbertî 9 sal in tecrîdeke tam heye. Hin caran hevdîtin bû, lê belê bi esasî 9 sal in tecrîdeke giran heye. Ya rast 25 sal in tecrîdeke girankirî tê ferzkirin. Demekê hevdîtin bi Rêbertî re dihate kirin. Dibe ku mîna danûstandinan bû, lê belê nêzîkatiyeke dewleta Tirk a ji bo danûstandinan tine bû. Ev yek eşkere bû. Em jî di nava wê pêvajoyê de bûn.

Eger tecrîda li ser Rêbertî di vê astê de tê meşandin bêguman Ewropa jî ji vê yekê berpirsyar e. Ji xwe Rêbertî di hevdîtina destpêkê de gotibû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) berpirsyar e. Wan ev sîstem ava kirin. Ev sîstem di navbera Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Tirkiyeyê de hate avakirin. Ji ber ku Ewropa û DYE'yê Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kirin. Hewldaneke Tirkiyeyê ya ji bo dîlgirtina Rêber Apo nebû. Eger ne ji helwesta Yekîtiya Ewropayê bûya, ne ji helwesta DYE'yê bûya, tiştekî ku Tirkiye bikira tine bû. Ya rast endamên Parlamenta Ewropayê, endamên Parlamenta Yewnanistanê bang li Rêber Apo kiribûn. Rêber Apo jî bi nêzîkatiya, gelo dikarim li Ewropayê çareseriyeke siyasî peyda bikim, berê xwe da Yewnanistanê, piştre jî çû Îtalyayê. Xwest biçe Ewropayê, xwest li wir bimîne lê belê Ewropayê qebûl nekir. Qanûnên xwe jî bi cih neanîn. Darizandina Rêber Apo li Elmanyayê di rojevê de bû, lê doz jî nehate destpêkirin. Halbûkî diviyabû doz bihata destpêkirin. Daxwaza Rêber Apo ya penaberiya siyasî nehate qebûlkirin. Bi hezaran alîgir û sempatîzanên PKK'ê li Ewropayê mafê penaberiya siyasî wergirtin. Lê belê Rêber Apo çû, nedan Rêber Apo.

DAXUYANÎ NÎŞAN DIDE KU CPT ZEHMETIYAN DIKIŞÎNE

Ji aliyê dîlgirtina Rêber Apo û radestkirina wî ji bo Tirkiyeyê ji xwe DYE bi rola sereke rabû. Wan ji Tirkiyeyê re gotin, bila sîstemeke bi vî rengî hebe. Yanî wan ev sîstem xwestin. Sîstemeke bi vî rengî ava kirin. Ji vê sîstemê Yekîtiya Ewropa, DYE yekser berpirsyar in. Ew ji vê tecrîdê, ji van polîtîkayên 25 salan ên li Îmraliyê berpirsyar in.

CPT'ê daxuyanî da, ji xwe Omer Ocalan jî, parêzer jî çûn. CPT piştre zehmetî kişand, daxuyanî da. Her wiha hevpeyvînek jî kirin. Ev yek nîşan dide ku CPT zehmetiyan dikişîne. Gotin, 'Em nikarin daxuyaniyê bidin. Eger Tirkiye destûrê bide em dikarin daxuyaniyê bidin' yan jî 'Eger li Îmraliyê binpêkirina mafên mirovan hebe hingî DMME berpirsyar e'. Ev îzahat nîşan dide ku zehmetiyê dikişînin.

Nêzîkatiya DMME'yê jî li gorî berjewendiyên dewletan e. Mijarên mafên mirovan, hiqûq, edalet dema mijar dibe berjewendiyên siyasî disekinin. Bİ taybetî dema mijar dibe pirsgirêka Kurd berjewendiyên siyasî dikevin dewrê. Ji xwe nivîskarekî Ewropî demekê pirtûkeke bi navê 'Kurdên bê parêzer' nivîsandibû. Bi mebesta ku Kurd bê xwedî ne gotibû. Di vir de ya girîng ew e ku zexta raya giştî bê zêdekirin. Temam li hemberî CPT têkoşîna hiqûqê dikare bê meşandin, lê belê ji bo encam bê wergirtin xwedîderketina li Rêbertî hîn bêhtir girîng e. Divê em kampanya ji bo azadiya Rêbertî hîn mezin bikin. Eger em vê bikin em ê karibin encamê bi dest bixin. Naxwe tenê bi bangawaziyan, bi gotina 'hûn çima nakin' nabe. Ji ber vê jî divê em bi têkoşîn, helwest û xwedîderketina xwe zexteke welê li raya giştî bikin ku zextê bidin DMME, CPT. Eger gelekî teşhîr bibin, bigihêjin wê astê ku li sedema hebûna xwe bipirsin hingî wê helwesta wan jî cuda be. Lewma divê em kampanya ji bo Rêbertî bi pêş ve bibin.

ZEHMET E KU RÊBEREKÎ JIN XWEDÎ LÊ DERDIKEVIN LI ZINDANÊ BÊ HIŞTIN

Bi rastî jî li cîhanê xwedîderketineke mezin heye. Xwedîderketineke gelekî mezin heye. Xwedîderketina li Rêbertî wê hîn mezin bibe. Divê mirov ji vê yekê bawer bike û bi pêş ve bibe. Jin ji xwe wê hîn bêhtir xwedî li Rêbertî derkevin. Ji ber ku jinên li tevahiya cîhanê vê yekê dibînin. Rêber Apo bi fikir, felsefe, teorî, nêzîkatiya xwe dîroka rast a jinan destnîşan dike. Sekna têkoşînê nîşan dide. Xeta azadiya jinê nîşan dide. Sîstema bi serweriya mêr teşhîr dike. Lewma jin wê hîn bêhtir xwedî li Rêber Apo derkevin. Dikarim vê yekê bi hêsanî bibêjim. Rêberekî ku jin di vê astê de bi xurtî xwedî lê derdikeve, zehmet e ku li zindanê bê hiştin. Şikandina zexta li ser Rêbertî bi xwedîderketina jinan dibe. Bêguman mirovahî bi temamî xwedî lê derdikeve, lê belê jin hîn bêhtir xwedî lê derdikevin û wê xwedî lê derkevin. Ji ber ku jin bi sekna xwe ya li dîrokê nebûn serdest, nebûn desthilatdar. Ji ber ku nebûn hêza esasî ya zexta mêtingeriyê hîn bi wijdan, edalet, rasteqîn e. Lewma wê hîn bêhtir xwedî li Rêber Apo derkevin.

XWEDÎDERKETINA LI RÊBERTÎ MESELEYA TEVAHIYA MIROVAHIYÊ YE

Ev xwedîderketin wê tevahiya mirovahiyê hembêz bike. Hingî wê CPT jî helwesta rast nîşan bide. DMME jî wê bi rola xwe rabe, yan jî rola xwe bi bîr bîne. Û Rêber Apo jî bi têkoşîneke bi vî rengî wê azad bibe.

Lewma di serî de Kurd divê hemû hêzên demokrasiyê xwedî li Rêbertî derkevin. Xwedîderketina li Rêbertî ne tenê meseleya gelê Kurd e, meseleya hêzên demokrasiyê û tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber ku Rêbertî bi fikrên xwe xizmetê ji tevahiya mirovahiyê re dike, ji bo azadiya mirovahiyê û jiyana demokratîk kar dike, vê yekê bi jiyan û helwesta xwe nîşan dide. Em di wê baweriyê de ne ku xwedîderketina li vî Rêbertî wê hîn mezin bibe û wê azad bibe.

ŞEHÎDÊN ME BÛN RÊBER

Meha Gulanê di şexsê Hakî Karer de meha me ya şehîdan e. Li aliyê din şehadetên girîng di meha Gulanê de pêk hatin. 2'ê Gulanê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn şehîd bûn. 6'ê Gulanê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan darve kirin. 9'ê Gulanê çar şoreşger ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin. 11'ê Gulanê Mizgîn şehîd bû. 14'ê Gulanê Leyla Qasim û hevalên wê şehîd bûn. 18'ê Gulanê Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya şehîd bûn. 17'ê Gulanê Ferhat Kûrtay, Eşref Aynik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner şehîd bûn. 27'ê Gulanê hevalê Kasim Engîn şehîd bû. 31'ê Gulanê Sînan Cemgîl û hevalên wî şehîd bûn. Di dema nêz de jî 21'ê Gulanê hevrê Denîz ê ji Bazîdê şehîd bû. Di şexsê van hevalan de hemû şehîdên şoreşê bi minet û rêzdarî bi bîr tînim.

Me têkoşîn bi şehadetan bi pêş ve bir. Şehadet, şehîdên me bûn rêberê têkoşîna me. Ji ber ku têkoşîna me di nava şert û mercên gelekî giran de tê meşandin. Ji ber şert û mercên giran têkoşîn tenê bi fedaîtî tê kirin. Astengiyên li pêşiya têkoşînê têne rakirin. Lewma şehîd di têkoşîna azadiyê de xwedî cihekî gelekî girîng e. Pêşengiyê dikin. Ew ne ew şehîd in ku di şerekî ji rêzê de jiyana xwe ji dest dane. Li dijî mêtingerî, qirkeriyê li qadeke mîna Rojhilata Navîn di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de şehîd bûn. Astengî ji holê rakirin. Lewma divê rastiay şehîdan a di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de rast bê fêhmkirin.

PKK BI ŞEHÎDAN LI SER PIYAN DIMÎNE

Divê em wî aliyê îdeolojîk, siyasî, exlaqî û wijdanî yê di kesayetiya şehîdan de, dilxwaziya azadiyê baş bînin bîra xwe. Eger em meha şehîdan bi vî rengî bi bîr bixînin, hingî dikarin wateyeke rast bidin şehîdan. Eger em şehîdan fêhm bikin em ê têkoşîneke mezin bimeşînin. Hevrêyên me, rêxistinên me, gelê me dema ku rastiya şehîdan fêhm kirin wê têkoşîneke hîn mezin bimeşînin û astengiyan hemûyan ji holê rakin.

Têkoşîna me li cîhanê nehatiye dîtin, mînakeke xwe nîne. Li welatên cuda bêguman têkoşînên fedaî hatin kirin, lê belê mîna têkoşîna me timî li ser piyan neman. Em têkoşîneke ji rêzê nameşînin. Têkoşîneke welê dimeşînin ku bi temamî xwe dispêre fedaîtiyê. Ev fedaîtî gelekî bi zanebûn e. Lewma fedakarî her tim pêşketinê diafirîne. Pêşî li têkoşîna me vedike. Ji ber vê Rêbertî dibêje 'PKK partiya şehîdan e'. Ji ber ku PKK bi şehîdan li ser piyan dimîne. Ne ji şehîdên me be, ne ji têkoşîna şehîdên me be ev têkoşîn bi pêş ve naçe. Bi vê wesîleyê di şexsê şehîdên Gulanê de hemû şehîdên me bi minet û hurmet bi bîr tînim.

DI BINGEHA 1'Ê GULANÊ DE DARVEKIRINA RÊBERÊN KARKER HEYE

1'ê Gulanê rojeke girîng e. Her hal li cîhanê yekane roj e ku hemû gel, tevahiya mirovahiyê pîroz dike. Roja têkoşîna hevpar a mirovahiyê, cejna hevpar, rojeke ji nirxên hevpar e. Dema ku 1'ê Gulanê hate nirxandin divê em nirxên wê ji bo mirovahiyê û paşerojê baş binirxînin. Ji ber ku tevahiya mirovahî xwedî lê derdikeve.

Di 1'ê Gulana 1899'an de di Enternasyonala Duyemîn de weke cejn, weke roja têkoşînê hate qebûlkirin. Ji wê rojê û vir ve li tevahiya cîhanê tê pîrozkirin. Lê belê di destpêka wê de têkoşîn heye. Berxwedana karkeran heye ku sala 1886'an destpê kir, ji bo xebata ji 8 saetan bû. Piştre jî di sala 1877'an de bûyer mezin bûn. Piştî vê pêvajoya berxwedanê 4 rêberên karkeran hatin darvekirin. Di bingeha 1'ê Gulanê de darvekirina 4 rêberên karkeran heye.

Ji wê rojê û pê ve ji xwe karkeran mafê karê ji 8 saetan bi dest xistin. Veguherî rojeke têkoşînê ya li dijî zext û mêtingeriyê. Ji sala 1899'an û vir ve ji xwe tê pîrozkirin. Ji wê rojê û vir ve -Tirkiye jî di nav de- li cîhanê 1'ê Gulanê têkoşînên mezin hatin meşandin, berdêlên giran hatin dayin. Di her 1'ê Gulanê de hestên kedkaran ên rizgariya ji modernîteya kapîtalîst, kedkarî û zextê mezin bûn. Li dijî mêtingeriyê veguehrî dilxwaziya têkoşînê, li dijî zext û zilmê veguherî roja têkoşînê ya hemû civakan. 1'ê Gulanê rojeke bi vî rengî ye.

Li Tirkiyeyê jî ji xwe 1'ê Gulanê ji roja destpêkê ve bi ruhê têkoşînê hate pîrozkirin. Dewleta Tirk dem bi dem weke 'Cejna Biharê' pênase dikir, lê belê nekarî vê bide qebûlkirin. Dawiya dawî 1'ê Gulanê bû roja karker û kedkaran.

1'Ê GULANÊ HER TIM BÛ ROJA TÊKOŞÎNÊ

Ez şahidê bûyerên 1'ê Gulana 1977'an a li Tirkiyeyê me, ku 34 karker û kedkar hatin qetilkirin. Em li ber peykerê Taksîmê bûn dema ku êrîş hate kirin. Ji xwe ji ber ku li wê derê bûm, me birîndar, mirî xistin taksiyan, qemyonetan û şandin nexweşxaneyan.

Piştî vê qedexe kirin lê belê tevî vê jî ji 12'ê Îlonê û pê ve bi cûreyên cuda 1'ê Gulanê bû berxwedan. Careke din qetil kirin. Lewma li Tirkiyeyê 1'ê Gulanê timî bû rojeke têkoşînê.

1'ê Gulanê di heman demê de cejneke sosyalîzmê ye, yan jî divê weke rojeke sosyalîzmê bê dîtin. Li dijî ezeztiya kapîtalîzm û mêtingeriyê divê weke rojeke têkoşînê ya pêkanîna sosyalîzmê bê nirxandin. Divê 1'ê Gulanê bi vî rengî bê fêhmkirin. Bi têkoşîna 125 salan re 1'ê Gulanê veguherî rojeke bi vî rengî. Bêguman di 1'ê Gulanê de divê mirov ji bo belavkirina feraseta sosyalîzmê li nava civakê, têkoşînê bi pêş bixin.

1'Ê GULANÊ ROJA PÊŞVEBIRINA TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELÊ KURD E

1'ê Gulanê divê weke rojeke welê bê dîtin ku li dijî kapîtalîzmê têkoşîna sosyalîzma demokratîk çawa bê meşandin, sosyalîzm çawa bê pêşvebirin. Lewma 1'ê Gulanê divê ne tenê qîrîna dirûşmên piştevaniyê û kombûna li qadekê be, di heman demê de weke nûkirina hişmendiyeke bi vî rengî û xurtkirina feraseta têkoşînê bê nirxandin.

Em 1'ê Gulanê bi vî rengî fêhm dikin. Bêguman 1'ê Gulanê ji bo me ew roj e ku bi gelên Tirkiyeyê re têkoşîna hevpar a gelê Kurd bê pêşvebirin. Bi rastî jî şoreşger, demokrat, sosyalîstên li Tirkiyeyê her tim di nava hesreteke bi vî rengî de bûn. Xwedî wê ferasetê bûn ku bi gelê Kurd re têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê bê meşandin. 1'ê Gulanê bi vî rengî jî girîng bû.

Li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê û kedkar bi faşîzma 12'ê Îlonê re hatin eciqandin, bêdengkirin. Desthilatdariya AKP'ê ji bo temamkirina kiryarên 12'ê Îlonê li ser desthilatdariyê hate danîn. Divê bi vî rengî bê gotin. Ya rast 12'ê Îlonê pêşî li Fethûllahiyan, Îslamiyên siyasî vekir. Ji ber vê yekê kirin; wê Îslamiyên siyasî bi dewletê re bikira yek, bi wan re hem Tevgera Azadiyê ya Kurd, têkoşîna gelê Kurd bitepisandibûna, Kurd bi tenê hiştibûna, hem jî çepgirî bieciqandibûna. Bêguman bi têkoşîna me re 12'ê Îlonê heta astekê asê bû. Bi Erdogan re xwestin wê temam bikin. Divê bi vî rengî bê nirxandin.

Rêber Apo ew weke xeta lîberal a 12'ê Îlonê nirxand. Nirxandina Rêber Apo di parêznameyan de bi vî rengî ye. Rastî jî ji xwe di pratîkê de tê dîtin.

DI 1'Ê GULANÊ DE DIVÊ TÊKOŞÎN HÎN BÊHTIR BÊ BILINDKIRIN

Newroz, 8'ê Adarê pêk hat, di hilbijartinan de sekneke girîng a gel hate nîşandan. Divê di 1'ê Gulanê de ev yek bê bilindkirin. Divê êdî zext, mêtingeriya ji 12'ê Îlonê û vir ve hatiye afirandin bê şikandin û weke pêvajoyeke nû ya ku xurtkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Tirkiyeyê bê nirxandin.

Divê 1'ê Gulana îsal weke destpêka demeke nû bê nirxandin ku 12'ê Îlonê bi temamî li aliyekî hatiye danîn, hatiye têkbirin û li ser vê bingehê jî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê, kedkar û jinan hatiye xurtkirin. Li ser vê bingehê ez bang li gelê Kurd dikim ku qadên 1'ê Gulanê dagire, bi gelên Tirkiyeyê re, bi karker û kedkarên Tirkiyeyê re û bi jinan re têkoşînê mezin bike.

CIVAK LI BER TÊKBIRINA NIRXÊN CIVAKÎ RABÛ

Bi dîtina min divê hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê gelekî baş bêne nirxandin. Bi taybetî ji aliyê gelê Kurd, hêzên demokrasiyê ve rast bê nirxandin. Ev hilbijartinên ku di 31'ê Adarê de hatin kirin, wê ji bo desthilatdarîkirina şêweyê lîberalkirî yê 12'ê Îlonê bûya. Wê Tirkiyeyeke nû bihata afirandin. Erdogan wê Tirkiyeya ku armanca 12'ê Îlonê bû, ava bikira. Bi vî rengî divê bê nirxandin. Lê vaye bû 22 sal. Lê belê nekarîn vê bi ser bixînin. Ji bo pêkanîna vê jî di 9 salên dawî de AKP û MHP'ê hevkarî kirin û bûn kabûsek li ser gelên Tirk. Sîstemeke zextê ava kirin ku cîhanê mînaka wê nîne. Hem zext li gelê Kurd kirin hem jî li gelên Tirk kirin.

Çîrokên AKP, MHP'ê Tirkiyeyeke çawa afirand? Bi polîtîkayekê ku li devereke din a cîhanê nehatiye dîtin di nava civaka Tirkiyeyê de dijberiyeke welê afirandin ku welatên faşîst jî di vê astê de nekirin. Êdî cîranan bi çavê dijminatiyê li hev nihêrîn. Şerekî taybet bi temamî hate meşandin, li ser civakê hate ferzkirin.

Eger demkurt bûya dibe ku civakê karîbûya xwe lê rabigirta. Lê belê şerekî welê demdirêj hate meşandin ku civakê nerazîbûneke mezin nîşan da. Ya rast em dikarin vê yekê bibêjin, sedema paşketina desthilatedariya AKP'ê di 31'ê Adarê de serhildana wan nirxên li nava civakê bû.

Maf, edalet, hiqûq, wijdan, wekhevî; ev hemû nirx di nava civakê de hene. Civakê serî hilda. Ji ber ku ev nirx hemû hatin têkbirin. Belê zext hate kirin, mêtingerî hebû. Êrîş li ser nirxên civakê hemûyan bû.

Ji vî alî ve bêguman desthilatdariya faşîst a AKP-MHP têk çû. Têkçûna bi vî rengî li Tirkiyeyê demeke nû da destpêkirin. Ya rast dikarim vê yekê bibêjim; di hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên Gulana 2023'an de jî encamên bi heman rengî hatibû bidestxistin. Li wir jî hîle kirin, dek û dolab gerandin. Ji wê rojê û vir ve bi dilrehetiya serketina di hilbijartinê de her wiha ji ber sedemên aborî û sedemên cuda, ji bo çareserkirina aciziya li nava civakê tiştek nekirin.

DIVÊ SERKETINA DI HILBIJARTINÊ DE WEKE DESTPÊKEK BÊ DÎTIN

Bi nêzîkatiya em bi ser ketin, em erê kirin ew zext dewam kirin. Ya rast wê demê jî di hilbijartinê de têk çûbûn. Divê bi vî rengî bê nirxandin. Naxwe di nava 10 mehan de guhertinek di vê astê de nabe. Guhertin berî wê hebû yanî. Dixwazim vê bibêjim; hîle hate kirin. Di van hilbijartinan de bi rastî jî bêhn hat ber gelê Tirkiyeyê. Rehet bû. Ev alî gelekî girîng e. Hema bibêje fikrê 'AKP têk naçe' hatibû rûniştandin. Bi şerê taybet re civak bi xwe ve girêdabû. Ev nêzîkatî hate şikandin.

Gotineke Abraham Lîcoln heye. Bi rastî jî gotineke bedew e. Hûn mirovekî dikarin her tim bixapînin, hûn komekê dikarin dem bi dem bixapînin. -Ez weke mînak dibêjim- lê hûn civakekê, gelekî nikarin timî bixapînin. Ji ber ku civak rêxistiniyeke dîrokî ye.

Dibe ku hin tişt bandorê li mirovekî bike, lê belê civak xwedî wan nirxan e ku ji aliyê hestên maf, edalet û wekheviyê ve nerazîbûna xwe nîşan dide. Me ev yek di hilbijartinê de dît. Lewma di hilbijartinê de bi ser ket.

Lê belê divê mirov nebêje ku di van hilbijartinan de wê her tişt biguhere. Bahçelî bi eşkere got, 'Me ev welat bi hilbijartinê ava nekir'. Erdogan jî xwedî heman fikrî ye. Erdogan ne di wê astê de ye ku dest ji desthilatdariyê berde. Xwedî wî mejî nîne. Ne yekî welê demokrat e.

Lewma divê ev hilbijartin weke serketinekê, weke destpêkekê bê dîtin. Lê belê şaş e ku mirov bibêje bi vê hilbijartinê re wê her tişt sererast bibe.

BÊYÎ DEMOKRATÎKBÛNÊ, PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE

Di vê hilbijartinê de nêzîkatiya civakê ya ji demokrasiyê re derket holê. Di rastiyê de yanî hemû nêzîkatiyên demokratîk ên di nava civakê de, bûn yek. Serketina aliyê demokratîk. Divê wiha bê dîtin. Gelek beşên cuda, beşên demokrasiyê dixwazin helwesteke hevpar nîşan dan. Helwesta Kurdan jî wiha bû.

Ji xwe Kurd li dijî qeyûman bûn. Ji xwe dixwazin li ser xaka xwe rêveberiya xwecihî bi dest bixin. Dixwazin li Kurdistanê bajarên xwe, bi xwe birêve bibin.

Lê ji aliyê Kurdan ve pirsgirêkek esas heye. Pirsgirêka esas a Kurdan, çareseriya pirsgirêka Kurd e. Çareseriya bi rêya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Ji vî alî ve Kurd bi têkoşîneke 40-50 salî têkoşîneke mezin a ji bo demokrasiyê dimeşînin.

Kurd hem têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd dimeşînin, li aliyê din jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê têdikoşin. Ji ber heta Tirkiye demokratîk nebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe.

Ji vî alî ve Kurdan çima di vê hilbijartinê de ev helwest nîşan dan, eger were pirsîn ku çima bi demokrasîxwazan re tevgeriyan, bersiva vê diyar e. Pirsgirêka Kurd encex bi demokratîkbûna Tirkiyeyê dikare çareser bibe. Ji vî alî ve Kurd helwesta xwe li ser nêzîkatiya ‘gelo ka wê demokrasî pêş bikeve, yan pêş nekeve’ nîşan didin. Hilbijartin ne, ne serketina flan kes e yan jî partiyê ye. Gelo demokratîkbûn wê pêş bikeve? Wê di nava civaka Tirkiyeyê de nêzîkatiya demokratîkbûnê bilind bibe? Pirsgirêka esas ev e. Helwesta Kurdan wê li gorî vê be.

Me berê jî diyar kir, tiştek wiha nîn e ku hin kes dikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ev tê wateya ‘fêmnekirina rastiya Tirkiyeyê’. Fêmnekirina polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan e. Gelo wê li Tirkiyeyê şikestinek çêbibe yan jî Tirkiye wê demokratîk bibe? Bersiva van pirsan, wê pirsgirêkê çareser bike. Polîtîkaya wan a esas ew e ku dixwazin Kurdan bi temamî tune bikin, qirk bikin. Ev polîtîka encex bi zihniyeta demokratîk dikare were guhertin.

BÊYÎ TIFAQAN TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ WÊ PÊŞ NEKEVE

Li aliyê din divê çi were kirin? Hilbijartin çêbûn, CHP hat yan jî ew hat, na. Zêde bendewarî ji wî nabe. Helbet wê daxwazên gel hebin. Ji ber ku CHP di encama helwesta hevpar a hemû hêzên demokrasiyê de, bû partiya yekemîn. Dibe bendewarî û daxwazên gel û civakê hebin. Lê divê ev bê dîtin. Divê têkoşîna demokratîkbûnê were pêşxistin. Divê ev wiha were nirxandin û hingê mirov dikare ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî pêşketinê bi dest bixe. Eger em wiha binirxînin, wê têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd jî pêşketin bên bidestxistin.

Helbet divê em zextê li partiyên siyasî jî bikin. Divê em daxwazên civakê yên ji bo demokratîkbûnê, nîşanî wan jî bidin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê têkoşîn were meşandin. Divê tifaqên ji bo vê yekê bên avakirin. Rê û rêbazên têkoşîna vê yekê, divê bên pêşxistin. Bêyî tifaqa wan, têkoşîna demokrasiyê nikare bê pêşxistin. Bi gotina Kurdan a ‘ez ê li Kurdistanê tenê şaredariyên xwe hilbijêrim’ jî li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêş nakeve. Ji vî alî ve divê ev rewş ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê were nirxandin.

TÊKOŞÎNA WANÊ BI DERSÊN GIRÎNG TIJE YE

Hêza civakê ya birêxistinkirî, tifaq û têkoşîna wê, wê gelek tiştan biguherîne. Têkoşîna Wanê bi dersên pir girîng tije ye. Li Wanê çima mezbeta dane Abdullah Zeydan? Li Wanê gel rabû ser piyan. Hêzên demokratîk piştevanî kir. Hemû hêzên sosyalîst piştevaniya wan kir. Muxalefeta di nava pergalê de jî piştevaniya helwesta gelê Wanê kir. Polîtîkaya desthilatdariyê qebûl nekirin. Desteserkirina mezbetayê qebûl nekirin. Her wiha vê yekê hêz û enerjiyeke mezin derxist holê.

Divê ev yek were zanîn. Ger ev têkoşîn nebûya, ne tenê li Wanê wê bi demê re li Kurdistanê şaredariyên din jî bihatana desteserkirin. Wê hemû bi hincetekê bihatana desteserkirin. Ger wê rojê mezbeta ji Abdullah Zeydan re nehata dayîn, wê Amed, Elîh, Şirnex, Qers, Colemêrg û hemû bajarên kurdan rabûna ser piyan. Wê hemû Kurdistan weke Wanê bûya.

MÎT’ê rapor da û got: ‘’Ger li Wanê mezbeta neyê dayîn, piştî çend saetan, piştî fitarê di serî de Amed wê hemû bajarên kurdan rabin ser piyan.’’ Navenda MÎT'ê ev rapor da Erdogan. Helbet ji bo ku hikûmet bi rewşeke wiha re rû bi rû nemîne, Erdogan ji Serokê YSK’ê re got demildest mezbetayê bidin Abdullah Zeydan. Ji xwe Erdogan daxuyanî da û got: ‘’Wê hin rêxistinên terorê bûna sedema provokasyonan lê belê me pêşiya wê yekê girt.'' Yanî ev yek bi têkoşînê pêk hat.

Gelekî bandora têkoşîna Wanê, helwesta Şirnexê û helwesta bajarên din çêbû. A rastî beriya hilbijartinê biryar dabûn. Wê wekî sala 2019’an bi qeyûman şaredarî desteser bikirana. Lê belê di hilbijartinê de têk çûn. Muxalefet bihêztir bû û CHP bû partiya yekem. A rastî civaka Tirkiyeyê nerazîbûnên xwe nîşanî AKP û MHP’ê da. Meyla demokratîkbûnê nîşan dan. Ew lawaz kirin. Di vê pêvajoyê de ku gelê Wanê rabû ser piyan, û vê yekê bandor li Kurdistanê kir, her wiha ew jî sekinîn. Ev yek bi saya têkoşîn û tifaqan pêk hat.

A rastî jî Têkoşîna Wanê tifaqek afirand. Divê ev yek were dîtin. Ev yek pir bi qîmet e. Niha ya ku divê were kirin, pêşxistina tifaqên demokrasiyê ne. Tifaqa Ked û Azadiyê hebû. Divê ev yek were xurtkirin.

EM TIFAQAN PÊŞ BIXIN Û BEŞÊN HÎN BERFIREHTIR BIGIRIN NAV

Ez dixwazim qala vê yekê bikim. Yên li dijî polîtîkaya tifaqê derdikevin, yên dibêjin tifaq wiha ne û nizanim çawa ne, ew in ku yên dixwazin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd lewaz bikin. Bi zanebûn yan jî bêzanebûn. Hin jî bêzanebûn dibêjin. Em qedrê tifaqan bizanin û pêş bixin. Dibe kêmahî û şaşitî hebin. Wê di nava tifaqê de jî derkevin, dibe di nava me de jî hebin. Lê em tifaqan pêş bixin. Beşên hîn berfirehtir bigirin nav.

Ji vî alî ve bêtifaq, bi gotina ‘em ê tenê xwe rêxistin bikin’ nabe. Em ê xwe rêxistin bikin û tifaqên xurt ava bikin. Ji xwe em xwe rêxistin nekin, em nikarin tifaqên xurt jî ava bikin. Lê tenê bi xwe rêxistinkirinê jî nabe. Divê em rêxistina xwe bi tifaqan li Tirkiyeyê pêş bixin, divê were berfirehkirin. Divê girîngî ji vê re bê dayîn. Têkildarî vê yekê nêzîkatiyên teng û netêrker hene; divê em van derbas bikin.

Ger em Tirkiyeyê demokratîk bikin û pirsgirêka Kurd girêdayî demokratîkbûyînê çareser bikin, wê demê hewce ye em girîngiyê bidin vê têkoşîna tifaqê û vê yekê xurttir bikin. Polîtîkayên tifaqê li gel aliyên pir berfireh pêk tên. Jixwe mirov nikare li ser hemû mijaran li hev bike. Tiştekî wisa tune ye. Li seranserê cîhanê demokrasî bi tifaqan pêş ketiye û têkoşîna tifaqan çêbûye.

Têkoşîna li dijî paşverûtiyê, faşîzmê û rejîmên otorîter bi tifaqan tê meşandin. Ji niha û pê ve divê çi bê kirin? Hewce ye em rêxistinbûna xwe pêş bixin. Hewce ye li Bakur û Tirkiyeyê rêxistinbûn were pêşxistin. Hewce ye  ciwan û jin werin rêxistinkirin. Lê belê dema ku ev yek tê kirin hewce ye hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê tifaq jî werin pêşxistin. Li Kurdistanê aliyên cuda hene û hewce ye bi wan re tifaq werin kirin. Lê belê hewce ye tifaqên me yên li Kurdistanê giringiyê bidin tifaqên li Tirkiyeyê. Têkiliyên ku tifaqên li Tirkiyeyê girîng nabînin xelet in. Hewce ye hemû partiyên din siyasî yên li Kurdistanê, giringiyê bidin tifaqa li gel  hêzên demokratîk yên li Tirkiyeyê. Ger wisa be, bi min ev hilbijartin rast hatine nirxandin. Ger têkoşîna tifaqê nebe wê desthilatdariya AKP û MHP’ê van zext û polîtîkayên xwe bidomînin.