'Barbar wê têk biçin, sosyalîzm wê bi ser bikeve'

Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê têkildarî 1'ê Gulanê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku sîstema cîhanê ya kapîtalîst ji bilî rijandina xwîn û rondikan, ji bilî zilm, zext û tundiyê tiştek neda karker û kedkaran.

DAXUYANIYA MLKP'Ê

Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, desthialtdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ku xwe ji polîtîkayên dijminatiya li jinê, zilm, mêtingerî, rijandina rondikan û xwînê xwedî dike, rewşa herî şênber a rivandina kapîtalîzmê ye û hate gotin, "Sîstema cîhanê ya kapîtalîst ku hewl didin pîroz nîşan bidin, ji bilî rijandina xwîn û rondikan, ji bilî mêtingerî, zilm, birçîbûn, xizanî û zextê tiştek neda karker û kedkaran, jinan û gelan."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku careke din eşkere bûye ku sîstema faşîst, serweriya mêr, kapîtalîst û mêtinger ji bilî felaket, tinekirin û barbariyê nikare tiştekî din bike û hate gotin, "Dîrok careke din bang li mirovahiyê dike ku bi îdeolojiya Marksîzm-Lenînîzmê xwe bixemilîne, di bin ala sor a sosyalîzmê de ji bo cîhaneke azadîparêziya zayendî, bêsînor, bêçîn û bêmêtîngerî şer bikin. Roj ew roj e ku bersiv ji vê bangê re bê dayin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst, olîgarşiya sermayeya Tirk ku bi polîtîkayên zilm, mêtingerî û dijminatiya li jinê hewl dide xwe xwedî bike, rewşa herî şênber a rizandina kapîtalîzmê ye. Temenê dewleta bûrjûva ya Tirk a faşîst mêtinger tijî bûye.

Gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê, karker, kedkar, bindest, jin, ciwan divê di 1'ê Gulanê de rabin ser piyan. Sîstema mêtinger û zilmê ya faşîzma AKP-MHP'ê divê bê têkbirin. 1'ê Gulanê divê bibe ew roj ku bi hêza çîna karker, hêrsa xizanan, bi ruhê berxwedanê yê 8'ê Adarê û Newrozê qad û kolan bêne tijîkirin."