Balafirên şer ên dewleta Tirk 2 kolber qetil kirin

Di êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk de 2 kolberên ji Rojhilatê Kurdistanê, hatin qetilkirin.

ÊRÎŞA LI DIJÎ KOLBERAN

Di 28’ê Nîsana 2024’an de, 2 kolberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê derbasî sînorê çiyayên Xêre û Lolan ên ser bajarokê Sîdekan ya ser bi Hewlêrê bûne.

Hate zanîn ku balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker kolberan bombebaran kiriye û di encamê de her du kolberan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber ku cenazeyên kolberan di bin gefa êrîşê de ne, li cihê xwe man û hîn nehatine wergirtin.

Qeymeqamê bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî agahî piştrast kirin û navê kolberan eşkere nekir.