Zarokek 4 salî şopên dînazorekê keşif kir

Li peraveke eyaleta Galler a Qiralyeta Yekbûyî zarokek keç a 4 salî şopeke dînazorek ya berê 220 milyon salî keşif kir.

Zaroka keç a 4 salî dema li plajeke ya welatê Geller digeriya, rastî şopeke ya dînazoran hat.

Li gorî Muzeya Netewî ya Cardîffê bi saya vê şopa ku berî 220 milyon sal e wê mirovên zanyar bizanin ku ev lawir li ser rûyê erdê çawa cih guherandine.

Hate ragihandin ku ne mimkune ku şopa bi qasî 10 santîmetre yê kîjan dînazorî ye.

Lê mirovên zanyar wisa zanin ku bi ev şop aîdê cûreke dînazorên du ling ku bilindahiya wê 75 santîmere û nêzî 2,5 metre dirêjahiyê ye. Tê texmînkirin dînazora mijara gotinê bi kêzik û lawirên biçûk xwe xwedî dike.

Paleontolojê muzeya netewî Cîndy Howels diyar kir ku şopa ku hate dîtin yek ji keşfên herî baş ku hatî paraastin a Qiralyeta Yekbûyî ye. Ev şopê dînazorê wê demê pêş li mûzeyê jî bê nîşandan.