Zanyaran gerstêrkek keşf kirin a ku du caran li Dinyayê ye

Zanyaran bi bikaranîna daneyên Keplerê ya ku teleskopa fezayê ya NASA’yê ye, li derveyî pergala Rojê, gerstêrkek keşf kirin a ku du caran li Dinyayê ye.

Navê vê keşfê kirin K2-288Bb. Tê diyarkirin ku ev gerstêrk wekî Neptunê di warê teht û gazê de dewlemend e.

Ev gerstêrk du caran li Dinyayê ye. Gerstêrk li cihekî welê li dora stêrka xwe digere ku pêkane jiyan lê hebe.

Li gorî zanyaran vê gerstêrka ku li derveyî pergala Rojê ye, xwediyê taybetiyên karakterîstîk e.

Li gorî lêkolîna ku di The Astronomîcalê ev gerstêrk 224 salên roniyê li dûrî dinyayê ye û di nav komstêrkên Taûrûsê de ye. Gerstêrka ku li dora stêrkekê ye, 31,3 rojan li dora xwe digere.

Ev gerstêrk ji aliyê astronomên Zanîngeha Karolîneya Başûr hate tespîtkirin. Çalakiyên Keplerê ya ku teleskoba fezayê ya NASA’yê ye di sala 2017’an de bi dawî bû. Lê daneyên vê teleskobê ji aliyê gelek koman ve tên analîzkirin.