Xelata Tipê ya Nobelê dan zanyarê ku DNA’yê kişf kir

Svante Paabo yê şîfreya genoma Neandertal çareser kir, Xelata Tibê ya Nobel wergirt.

Paleogenetîkvanê Swêdî yê 67 salî, ji ber kişfa xwe ya genomên homînînên ku nifşê wan qediya ye û keşifên derbarê pêşveçûnên mirovan de, di 3’yê Cotmehê hêjayî xelata Tip a Nobel û Fîzyolojiyê hat dîtin.

Genetîkvanê gerdûnî yê Swêdî di xebata xwe ya DNA’ya antîk de şoreş pêk anî. Nifşê mirovek ê mîna wê nehatiye dîtin, kişf kir. Kişfek nû anî genetîka populasyonê û ji tipa gerdûnî re rê vekir.

Jurî wiha got: “Cudahiyên genetîk ên homînîdên ku mirovên nifşê wan qediyaye derxist holê û kişfên wî ji bo lêkolîna tişta ku em mirov kirin heyînek bêhempa, bingehek ava kir.”

Paabo bi saya rêzkirina hestiyek ê sala 2008’an li Sîbîryayê hat dîtin, pêkan kir ku mêrê Denîsova yê di Rûsyaya roja me de û Asyayê dijî û heta niha heyîna homînek cuda ya nayê zanîn derxist holê.

Svante Paabo yê deh sal in li Elmanyayê dijî û li Enstîtuya Max-Panck dixebite, di sala 2009’an de di navbera van homînîdên ku weke Neandertal nifşê wan qediyaye û Homo sapîens de, nêzî sedî 2’î ragihandinek a gen kişf kir.

Ev herikîna gen a ku tê mirovên roja me, mînak di aliyê bandorkirina berteka sîstema me ya parastinê ya li hemberî enfeksiyonan û di aliyê fîzyolojîk de xwedî girîngiyekê ye.