Wêneyê herî kevn ê li ser tehtan yê berazekî ye

Komeke arkeologên navneteweyî li Endonezyayê wêneyekî li ser tehtan keşf kirin. Tê diyarkirin ku ev wêne 45 hezar sal berê hatiye xêzkirin û li gorî agahiyên berdest ev wêneyê herî kevn ê berazekî ye.

Li gorî lêkolîna di kovara Scîence Advancesê, mezinahiya wêneyê beraz bi qasî mezinahiya rastîn e. Wêne 54 santîmetreyan bilind û 1,36 metreyan jî fireh e. Ev wêne li girava Sûlawesiyê hate keşfkirin.

Li ser wêneyê beraz li pişt wî wêneyê du destan jî heye. Nivîskarekî vê lêkolînê Maxîme Aûbert ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku ev wêne di sala 2017’an de li şikefta Leang Tedongngeyê hatiye keşfkirin.

Pêşiyan mirovan li girava Sûlawesiyê bi deh hezar salan nêçîra berazan kirin. Di hunera beriya dîrokê de temsîliyeta berazan gelek e. Aûbert diyar kir ku li gorî teknîka wan a dawîn ev wêne 45 hezar û 500 sal berê hatiye xêzkirin. Ev kişf dibe delîla ku mirov li herêmê jiyane.

Li gorî texmînan bi qasî 65 hezar sal berê komên mirovan cara pêşîn gihiştine Evûstralyayê û ev mirov ji bo ku bigihêjin Evûstralyayê jî ji Endonezyayê derbas bûne.