Sîstemeke ji şeş gerstêrkan a li derveyî Rojê hate tespîtkirin

Teleskopa fezayîya Swîsreyê CHEOPS, şeş gerstêrkên ku li dora stêrak TOI-178 digerin tespît kirin. Tê gotin ku ev keşf dikare bingehên têkildarî avabûn û pêşveçûna gerstêrkan serûbin bike.

Lêkolînerên zanîngehên Cenevre û Bernê, encamên lêkolîna xwe li kovara Astronomy & Astrophysicsê weşandin.

Tê payin ku ev keşf, Sîstema Rojê jî di nav de ji bo fêhmkirina çêbûn û pêşketina gerstêrkan daneyên nû pêşkêş bike. Keşfeke bi vî rengî beriya niha nehatibû kirin.

Şeş gerstêrkên li derveyî rojê li dora stêrka TOI-178 digerin. Stêrka navborî jî bi 200 salên ronahiyê dûrî Cîhanê ye. Li gel giranî û mezinahiya xwe ya cuda jî her şeş gerstêrkên beriya bi milyaran salî çêbûne, bi demê re sîstemeke bi rêk û pêk ava kirine.

Astrofîzîkvan û nivîskarê bingehîn ê lêkolîn Adrîen Leleû li bernameyeke RTS'ê got, "Me bi rêya CHEOPS'ê 11 rojan sîstem şopand" û wiha dewam kir, "Em pê hesiyan ku ji bendewarî û texmînên me gelekî cuda ye."

Bi vê keşfê re zanyar divê niha bersivê ji vê pirsa bingehîn re peyda bikin: Gerstêrkên bi qasî cîhanê mezin, çawa dibe ku bi mesafeyeke bi qasî stêrkên bi gazê yên mîna Jûpîterê li dora stêrka xwe bigerin?