Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Qutbûna parçeyê mezin ê ji qeşaya li Antarktîkayê, dikare avê bi çend metreyan bilind bike

Qutbûna parçeyek ji qeşa li rojavayê Antarktîkayê, dibe ku asta avê ya li okyanûsê bi 3 metreyan bilind bike.

Bandora germahiya global herî zêde li ser qeşayê eşkere dibe. Qeşa li cemseran û yên li bejahiyê ji ber germahiya global roj bi roj bêhtir dihelin. Zanyaran herî dawî bal kişandin ser metirsiya ji ber helîna qeşa li rojavayê parzemîna Antarktîkayê rû bide.

Di daxuyaniya têkildarî lêkolînên dawî yên pisporên Brîtanyayî de işaret bi metirsiya qutbûna 'Pine Island Galcier (Qeşa Girava Pine)' hate kirin. Di lêkolînê de ku pisporên Zanîngeha Northumbriayê tevlî bûn, ji ber germbûna li herêmên nêzî cemseran, okyanûs dibe ku nikaribe pêşî li qutbûna qeşayên mezin ên li van herêman bigire.

Hişyarî hate dayin, ku eger helîna qeşa bi qasî du ji sê parên xaka Qraliyeta Yekbûyî neyê astengkirin, ava li okyanûsê wê di asteke mezin de bilind bibe. Li gorî vê yekê eger germahiya li okyanûsan bi pileya 1.2 zêde bibe, wê helîna Pine Island Glacier nikaribe bê astengkirin.

Di daxuyaniyê de girîngiya Pine Island Glacier û qeşa bi navê Thwaites a li kêleka wê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku para van herdu qeşayan di bilindbûna ava okyanûsan a li cîhanê de ji sedî 10 e. Li gorî lêkolînê, helîna Pine Island Glacier wê bi tena serê xwe bibe sedem ku ava li okyanûsê bi 3 metreyan bilind bibe.

Pisporê bi navê Sebastian Rosier ê cihê xwe di nava lêkolînê de girtiye, diyar kir ku berevajî lêkolînên heta niha hatine kirin, di helîna vê qezayê de êdî 'asta krîtîk' e.