Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Pêwendiya Mîgrenê bi mûtasyona genetîk heye

Di lêkolîna hevpar a Navenda Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS), Zanîngeha Cote d'Azûr û navenda lêkolînê ya Înserm de, sedemên genetîk ên nexweşiya mîgrenê hatin tespîtkirin.

Gotara li ser mijarê li kovara zanistî ya bi navê Neûronê hate weşandin û işaret bi sedemên genetîk ên mîgrenê hate kirin. Her wiha hate ragihandin ku derfetên cuda ji bo tedawiyê dikarin bên afirandin.

Lêkolîneran tespît kirin, mûtasyona genetîk rê li ber xerabûna fonksiyonên proteîneke dike ku ev proteîn bandorê li aktîvîteyên elektrîkê yên mejî dike. Di lêkolînê de hate ragihandin, aktîvîteyên elektrîkê yên li mejî, ji aliyê proteînên bi navê 'qenala iyonîk' ve tên kontrolkirin û işaret bi guhertina li qenala bi navê TRESK'ê hat ekirin ku gena bi navê KCNK18 rê li ber vekiriye.

JI BER MÛTASYONÊ, PROTEÎN PARÇE DIBE Û KARÊ XWE NIKARE BIKE

Li gorî lêkolînê, hate tespîtkirin ku di encama hin mûtasyonên li gena bi navê KCNK18 de proteîna bi navê TRESK di forma xwe ya asayî de naafire. Li gorî vê yekê, ev proteîn ji ber mûtasyonê karê xwe nikare bike û dibe du proteînên cuda.

Ji van her du proteînan a bi navê TRESK-MT1 nikare ti karî bike, proteîna din a bi navê TRESK-MT2 ku di encama parçebûnê de afirî, dibe hedefa qenalên din ên iyonîk ên bi navê K2P2.1. Proteîna bi navê TRESK-MT1, qenalên iyonîk ên bi cureyê K2P2.1 kêm dike ku ev qenal wezîfeya rawestandina aktîvîteyên elektrîkê yên mejî dibîne. Di encama vê yekê de noronên mejî gelekî zêde tên hişyarkirin û piştre jî krîzên mîgrenê dest pê dikin.

RÊBAZÊN TEDAWÎKIRINA QENALÊN K2P2.1 WÊ BÊN LÊKOLÎN

Pisporên ku tevlî vê lêkolînê bûn, piştî vê tespîta xwe bi laboratûwarên dermên re dest bi kar kirin. Dixwazin ku dermanên nû çêbikin ku bi rêya vî dermanî aktîvîteyên elektrîkê yên noronên mejî kêm bike.

Pispor hewl didin, bi tedawîkirina qenalên K2P2.1 re, kapasîteya kêmkirina aktîvîteyên eletkrîkê yên noronan xurt bikin.

Li gelemperiya dinyayê her 15 ji 100 kesên bi emrê navîn, bi nexweşiya mîgrenê ne û heta niha tenê hebên serêşê dixwin. Lê belê ev derman bi giranî bandoreke demkî dikin.