PADÊ li ser qetlîama Êzidiyan konferansek lidar dixe

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ji bo balê bikişîne li ser fermana 73’yan wê 4’ê Tebaxê li Şengalê kanferansek berfireh bi sirûda ’Êzidî li pêşeroja xwe digerin’ lidar bixe.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) wê bi boneya 6. Salvegera Fermana 3’ye Tebaxa 2014’an li Şengalê li ser sedema fermanê û pêşeroja Êzidiyan konferansekê lidar bixe.

Komîteya Amadekar a Konferansê ya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li ser konferansê ev agahî dan: “6 sal li ser fermana 3’yê Tebaxê re derbas dibin ku di sedsala 21’an de li ber çavê hemû cîhanê li ser civaka Êzidî pêk hat. Li hemberî vê komkujiyê û fermanê cîhan hemû bêdeng ma. Tevî 6 sal derbas bûn hîn bêdengî berdewam dike. Mafên Êzidiyan û qurbaniyên fermanê nehatine dayîn.

Li ser wê bingehê Partiya Azadî û Demkrasiya Êzdiyan PADÊ’ê konferansek berfireh bi beşdarbûna 300 mêvanên ji derve û hundirin lidar dixe.

Mêvanên beşdar dibin ji gelê Şengalê, berpirs û rayedarên Şengalê, berpirsên Êzidiyan ên li welatên Ewropa û Iraqê, berpirsên hêzên leşkarî yên li Şengalê û Rêveberiya Xweser a Şengalê pêk tên.

Wê di konferansê de mafê Êzidiyan yên berî fermanê li Iraqê, sedema fermanê û pêşeroja civaka Êzidî were nîqaşkirin.

Wê konferans bi sirûda ’Êzidî li pêşeroja xwe digerin’ di 4’ê Tabaxê di saet 09.00’an de li Hola Azadî ya li navenda bajarê Şengalê pêk were.”