'Ne asteroîtê, lê dûvstêrkê dawî li dînozoran anî'

Li gorî lêkolîneke zanistî ya li Scientific Reportsê hate weşandin, ya ku beriya 65 milyon salî dawî li dînozoran anî ne asteroît e, lê dûvstêrk e.

Têkildarî tunebûna dînozoran beriya bi 65 milyon salî, teoriya herî xurt ew e ku asteroîtekî li nîvgirava Yûcatan a Meksîkayê ket, bû sedem ku dînozor tune bibin. Tê texmînkirin ku ev cîsm ji asteroîtekî ji gerstêrkên biçûk ên ji teht, metal û cemedê bû.

Li gorî karê lêkolînerên Zanîngeha Harvardê ku li kovara zanistî ya bi navê Scientific Reportsê hate weşandin, dûvstêrkên bi 7 kîlometreyî mezin, beriya li Yûcatanê bikevin, ber bi rojê ve çûne. Lê belê ji ber hêza kişandinê ya Jupîterê, bi bandora pînbolê dûvstêrk bi rengekî tund berê xwe dane cîhanê.

Piştre jî her yek ji wan bi hezar parçeyî parçe bûne û yek ji wan dûvstêrkan li cîhanê ketiye û piştre jî bi felaketa rû da dînozor tune bûne.

Li gorî zanyarê Swîsreyî Thierry Adatte ku li ser lêkolînê li kovara Forûmê nivîsî, dûvstêrka li nîvgirava Yûcatan a Meksîkayê ket, tenê ya tê zanîn e. Adatte diya rkir ku di encama vê derba li dinyayê ket, 200 hezar salî meteorît mîna baranê li cîhanê bariya û yek ji van jî gelekî mezin bû.

Adatte îdîa dike ku berî û piştî vê bûyerê gelek dûvstêrkên din li cîhanê ketine.

Dûvstêrk li gorî asteroîtan hîn bi zû tevdigerin.