Malbatên şervanên YBŞ’ê: Divê demildest zarokên me bên berdan

Malbatên şervanên YBŞ’ê yên ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine girtin, bi nameyekê bang li NY, YE û 14 welatan kirin ku li dijî vê nêzîkatiya hikûmeta Iraqê rabin û şervanên dîlgirtî bên berdan.

Malbatên şervanên YBŞ'ê yên girtî ji raya giştî, rêxistinên mafên mirovan, NY, YE û 14 welatên ku bi fermî fermana 74'an bi jenosîda Êzidiyan pênase kirine re, name şandin. Armanc ji vê nameyê ew e ku zarokên wan bên berdan û hate diyarkirin ku şervanên YBŞ û YJŞ'ê parêzvanên ax û gelê xwe ne û divê tavilê şervanên girtî bên berdan.

Di nameye de wiha hat gotin: “Di sedala 21'emîn de fermana 74'an a 3'ê Tebaxa 2014'an li ser civaka Êzidî pêk hat û gel bi qirkirinê re rûbirû man. Hêzên YBŞ û YJŞ'ê ji bo parastina ax, rûmet, çand û baweriyên xwe hatin avakirin. Bi hêz û berdêlên buha êrîşên DAÎŞ’ê şikandin.

Di 18'ê Adarê de li bajarê Şengalê ji hêla artêşa Iraqê ve kemîn hate vedan û rê li ber wesayîta şervanên YBŞ'ê hate girtin, di encamê de 5 şervanên YBŞ'ê hatin dîlgirtin. Ew bi hincetên madeya 4 a terorê ya sala 2005'an hatine binçavkirin. Piştî vê bûyerê artêşa Iraqê gelek wesayitên zirxî yên şer derbasî Şengal kirin û bajar ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye dorpêçkirin. Bi ketin û derketina bajêr re gelek zextan dikin û wesayîtên sivîlan kantrol dikin. Eger artêş bi van çekan êrîşî DAÎŞ’ê bikira wê tu ferman û komkujî pêk nehatana. Tevî ku ev êrîş û ferman li ser axa Iraqê pêk hat jî heta îro tu helwestên hikumeta Iraqê derneket holê. Beravojî wê hikumetê biryara efûya giştî ji bo berdana endamên DAÎŞ ên ku ferman pêk anîn e, erê kir.

Artêşa Îraqê êrîş dibe ser zarokên Êzidî yên ku şerê DAÎŞ'ê kirine û herêm rizgar kirine. Deh sal in hêzên me parastina Şengal û xelkê wê bi hemû pêkhateyan Ezidî, Ereb û Şîa ve dikin. Trajediya fermana 74’an hê jî di nava jin, zarok û civaka Êzidî de zindî ye. Heta niha bi hezaran Êzidî di nav de jin di destê DAÎŞ’ê de dîlgirtî ne û çarenûsa wan ne diyar in.”

Malbatan di dawiya nameyê de daxwaz kirin ku zarokên wan bên berdan û gotin: “Weke malbatên 5 şervanên YBŞ'ê yên ku di destê hikûmeta Iraqê de girtî ne, em ji bo serbest berdana zarokên xwe bang li saziyên navnetewî, mafê mirovan, NY, YE û 14 dewletên ku bi fermî fermana 74'an bi jenosid pênase kirine, dikin. Daxwaza me ew e ku hûn bi rola xwe bilîzin û li hember nêzîkbûnên hikûmeta Iraqê ya li dijî civaka Êzidî helwest bigrin û bêdeng nemîn in. Divê tavilê zarokên me werin berdan. Di heman demê de pêwîste êrîşên li dijî Êzidiyan bên rawestandin û ev rewşa aloz bi dawî bibe.”