Li Swêdê bi armanca piştevaniya bi girtiyan re çalakiya grevê destpê kir

Kurdistaniyên li Malmo, Goteborg, Helsîngborg ên dikevin başûrê Swêdê bi armanca piştevaniya bi girtiyên siyasî yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bipêkirinên li girtîgehan ketine grevê, dest bi çalakiya birçîbûnê kirin.

Kurdistaniyan bi armanca piştevaniya bi berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan 27’ê Mijdara 2020’ê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, îro li Malmo, Goteborg û Helsîngborgê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger kirin.

Çalakî wê her 3 rojan bi tevlîbûna 5 kesan dom bike.

Di çalakiyê de Berdevka Partiya Çep a Helsîngboûrg Rebecca Tellî di çalakiyê de amade bû û piştevaniya xwe ya bi çalakiyê re ragihand.