Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Marsê jî ziryan radibe

Derveyî cîhanê gerstêrka ku berf lê dibare Mars e. Li gorî zanyarên gerstêrkan li marsê jî ziryana berfê pêk tê, lê belê tenê bi şev bandor dike. 

Zanyarên gerstêrkan ên Zanîngeha Pierre-et-Marie-Curie a Parîsê, di lêkolîneke xwe de, ya meha Tebaxê weşandin, tespît kirine ku li Marsê jî ziryana berfê radibe. 


Di encama hilma avê de ya ku tîr dibe  ewrên ku çend km ji atmosfera sar û ziwa ya Gerstêrka Sor zêdetir, krîstal pêk tên û ji van krîstalan ewrên (sîrus) pêk tên.


Sala 2008’an, sondaja fezayê ya Emerîkayê Phoenix, tespît kiribû ku danê şevê herî kêm du caran di bin tebeqeya ewran de berf dibare. Lê belê dihat texmînkirin ku ev krîstalên qeşayê, ji ber bandora gravîteyan pir giran digihijin erdê. 


Lêkolînerên Fransayî, teoriyeke din pêş xistin. Mars Global Suveyor û Mar Reconnaissance Orbiter bi alîkariya sondajên fezayê, li gorî bilindahiyê guhertinên germahiya atmosferê lêkolîn kirin. Lêkolîneran, modelekî ku meteorolojisiya Marsê nîşan dide, pêş xistin. 


Li gorî demsalê, Gerstêrka Sor car caran bi berfê spî dibe lê belê ev berf beriya berbangê di nava çend saetan de dihele dibe dûxan.