Li Geverê qirkirina siyasî: Bi lêdanê destgîr kirin

Li Geverê di operasyona qirkirina siyasî de gelek ciwan bi êşkenceyê hatin destgîrkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdegirtina malan de bi dehan ciwan hatin destgîrkirin. Polîsên tîmên taybet di dema serdegirtinê de cam û deriyên malan şikandin û bi qundaxê çekê, pihîn û kulman êşkence li mirovan kir. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Yuksekovayê.

Ji kesên hatin destgîrkirin ên navên wan hatin hînbûn bi vî rengî ne: Demhat Kûrt, Diyar Şedal, Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Aras Yaşar, Diyar Şedal, Ûgûr Şedal, Mûstafa Bor.