Li Efrîkayê fosîlê dînozorekî 'nedîtî' hate peydakirin

Lêgerînerên fosîlan li çiyayên Atlas a Navîn ên li Fasê ankîlozorek dîtin ku beriya niha nehatiye dîtin.

Muzeya Dîrokî ya Xwezayê, ku li paytexta Îngilistan Londonê ye, ragihand ku zanyaran cûreyekî ankylosaur ê nû dîtine ku xwedî zirxekî bû ku bi movikdarên heta niha hatine dîtin re tune bû.

Ev dînozor ne tenê serikên tûj ên mezin ên ji bo parastina sîngê bû, di heman demê de ev serikên tûj bi sîngê ve bûn. Nayê zanîn bê ev serikên tûj çima bi vî rengî ne.

Paleontologa muzeyê Dr. Susannah Maidment got, "Ev balkêş e û nayê fêhmkirin" û wiha dewam kir, "Normal zirxê stegozor û ankîlozoran bi çerm ve ye, ne bi hestî ve ye. Lê belê bi vî dînozorî re zirx ne tenê bi îskelet ve ye, di heman demê de bi sîngê ve jî zeliqî ye."

Fosîlê ku ji koleksiyonvanan hate kirîn, ji serdema Jûra ya Navîn maye, yanî beriya 168 milyon salî ye. Ev yek jî tê wê wateyê, ku yek ji ankîlozorê herî kevn e yê li cîhanê meşiya.

Dînozorê fosîlê wî hate peydakirin gihaxur bû. Balkêş e ku ankîlozorekî bi vî rengî yekemcar li Efrîkayê hate dîtin.

Kaşîfên li Fasê jî îdîa dikin ku hîn bêhtir fosîl dikarin bêne dîtin.