Li Arjantînê fosîlê dînozorekî mezin hate dîtin

Zanyaran li Arjantînê fosîlê dînozorekî dîtin. Hate ragihandin ku ev fosîl dibe ku yê zindiyê herî mezin ê li ser rûyê erdê be.

Fosîlê dînozorê ji cûreyê Titanosaur, ku stuyê xwe dirêj e, li herêma Neuquen ê Arjantînê hate dîtin. Lêkolîneran 24 parçeyên movikê dîtin û diyar kirin ku dînozorê navborî gelekî mezin e.

Ji Zanîngeha Rio Grande do Norte Aline Ghilardi ku yek ji endamên tîma lêkolînê ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku diyar kir ku bi lêkolînkirina van hestiyan re wê pêvajoya guherîn û pêşketina dînozoran bêhtir bê fêhmkirin.

Di rapora lêkolînê ya tîma navborî de hate ragihandin ku hestiyên hatine dîtin ji bermahiyên fosîlên beriya niha hatine dîtin gelekî cuda ye û hate destnîşankirin, dibe ku cûreyekî nû yê Titatnosaur hatibe keşifkirin.

Tê texmînkirin ku ev dînozor beriya 98 milyon salî sax bû. Her wiha tê gotin ku dînozorê fosîlê wî hatiye dîtin, ji Patagotitan gelekî mezintir e ku Patagotitan heta niha weke dînozorê herî mezin dihate dîtin.