Kevirê esmanî yê herî kevnar hate tesbîtkirin

Li Cezayîrê meteroîta ku tê texmînkirin 4,5 mîlyar saliye, roja îro kevirê esmanî yê herî kevnar e.

Di lêkolînên ku li ser meteor (kevirê esmanî) ku li başûrê rojavayê Cezayîrê li herêma Adrarê ye hatî kirin de diyar bû ku kevirekê esmanî yê herî kevnar e.

JI CÎHANÊ JÎ KEVINTIR E

Di lêkolîna li ji aliyê Proceedings of the National of Sciences ve hatî weşandin de meteorê ku navê ‘EC 002’ lê kirinî herî kêm 4 mîlyar û 543 mîlyon salî ye. Li gorî lêkoleran ew kevirê esmanî ji sîstema Rojê pêk hatiye û di nava milyon salên destpêkê de û ji beriya ku Cîhan ava bibe pêk hatiye.

Kevirê esmanî ya ku wek wek proto- gerstêrk a ‘EC 002’ hatî bi nav kirin û di Gulana 2020’an de li herêma Adrarê hatî keşifkirin, tê texmînkirin ku di pêvajoya çêbûnê de ji gerstêrkekî biçûk jê bûye. Tê hizirîn ku ev proto-gerstêrk ji beriya ku çêbibe ji ber gerstêrkên hîn mezintir ve perçe perçe bûye. Her wiha hate tesbîtkirin ku ev gerstêrk nêzî 2 kîlometreyan mezin bûye.

Tê texmînkirin EC 002 ya ku bi qasê 4,5 mîlyar sal li fezayê geriyayî li gorî îro herî kêm 100 sal berê li Cezayîrê ketiye.