BI DÎMEN

HPG'ê şehîdên Zapê bi bîr anî

HPG'ê şehîdên Zapê bi bîr anî û got, "Em ê armanca Rêberê Azad û Kurdistana Azad teqez pêk bînin, ku xeyalê hevrêyên me yên leheng bû."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî gerîlayên şehîd bi vî rengî ye:

"Hevrêyên me Canşêr, Med, Reşîd, Serhed û Dijwar, di 21'ê Cotmeha 2017'an de li Zapê di êrîşên dijminî de giheştin şehadetê. Em şehîdên xwe bi rêzdarî, hesret û minet bi bîr tînin. Hevrêyên me di her eniya şer de li dijî dijmin qehremaniyeke destanî nîşan dan û em ê jî xewna wan a Rêberê Azad, Kurdistana Azad teqez pêk bînin.

Hevrêyên me Canşêr, Med, Reşîd, Serhed û Dijwar di salên 2014 û 2015'an de ku li dijî gelê me pêleke nû ya êrîşên komkujiyê dest pê kiribû, her yek wekî şervanekî azadiyê tevlî refên gerîla bû û bi awayekî bêyî navber û fedaiyane li dijî dijmin şer kirin û bûn şervanên Apoyî yên serdema xwe. Hevrêyên me di dema herî dijwar de ku pêdiviya gelê me herî zêde bi şerê xweparastinê hebû, bêyî dudilî xwe layiqê vê erkê dîtin û heta dawiya emrê xwe gelê me parastin û beşdarî karwana şehîdan bûn. Hevrêyên me Canşêr, Med, Reşîd, Serhed û Dijwar pêvajo rast fêm kirin û bûn xwedî sekneke layiqê vê. Bi vê sekna xwe bûn mînaka şervanên fedaî yên Apoyî û wek serfiraziya berxwedana Kurdan di dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe yê birûmet girtin. 

Em wek hevrêyên wan di serî de malbatên biqîmet ên hevrêyên me Canşêr, Med, Reşîd, Serhed û Dijwar, ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û em careke din soz didin ku heta ku me hesret û xewna Kurdistana Azad a şehîdên xwe pêk anî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Agahiyên nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Canşêr Qoser
Nav û paşnav: Vedat Oguz
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û bav: Tenzîle – Şukru
Cih û dîroka şehadetê: 21 Cotmeh 2017/ Zap

Nasnav: Med Dalaho
Nav û paşnav: Nîmet Akdemîr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Asiye – Resul
Cih û dîroka şehadetê: 21 Cotmeh 2017/ Zap

Nasnav: Reşîd Wan
Nav û paşnav: Kenan Kalabalık
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Sultan – Kemalettin
Cih û dîroka şehadetê: 21 Cotmeh 2017/ Zap

Nasnav: Serhat Tekman
Nav û paşnav: Îsa Dogan
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Navê dayik û bav: Aynur – Zumrut
Cih û dîroka şehadetê: 21 Cotmeh 2017/ Zap

Nasnav: Dijwar Jêhat
Nav û paşnav: Ferhat Erkul
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Cemîle – Kasim
Cih û dîroka şehadetê: 21 Cotmeh 2017/ Zap

CANŞÊR QOSER

Hevrêyê me Canşêr li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me li Qosera welatparêz a ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi gelê me re bûye yek û di nava têkoşîn û berxwedan ê de mezin bû, ji nêz ve şahidiya polîtîkayên qirêj û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê me dimeşîne, kir. Hevrêyê me Canşêr û ku her tim bi rastiya dijmin re rû bi rû ma, li hemberî êrîşên asîmîlasyon, înkar û îmhayê yên dewleta Tirk a dagirker, ti carî serî netewandin û bi awayekî çalak di nava têkoşîna azadiya gelê me de cih girt. Hevrêyê me Canşêr ê ku di nava çanda berxwedanê ya gelê me yê Qosera welatparêz a ku gelek zarokên xwe yên bi nirx şandin nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û her tim dilsozê têkoşîna şehîdên me bû mezin bû û li hemberî êrîşên li dijî gelê me bêdeng nema. Di sala 2014’an de di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me yên Rojava û Şengalê de pêş ket, berxwedana Kobanê ya dîrokî û gerîlayên me yên azadiyê gelê me yê Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin û çeteyên DAÎŞ’ê têk birin bandorek mezin li ser hevrê Canşêr kir. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me firsend dît ku PKK û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas bike û rastiya ku gelê me bêyî xweparastinek xurt nikare hebûna xwe biparêze û azadiya xwe misoger bike, dît. Hevrêyê me li ser vê bingehê lêhûrbûnek xurt jiya, biryara tevlîbûna nava refên gerîla yên ku bingeha hêza parastina rewa yê gelê me ye da û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Canşêr di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet bû şopdarê şehîdên me yên nemir da ku xeyala gelê me yê azadiyê pêk bîne. Hevrêyê me bi perwerdehiya dît di qadên bîrdozî û leşkerî de jêhatî bû, derbasî Zapê bû û dest bi pratîka xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Canşêr xwe adapteyî çiyayên Kurdistanê yên dijwar û bêserûber kir û ti carî li hemberî pirsgirêkan bi paş ve gav neavêt û her tim bû hêza çareseriyê. Hevrêyê me Canşêr ê ku ji taybetmendiyên neyînî yên pergalê rizgar bû û xwe di nava refên PKK'ê de ji nû ve afirand, her tim ji bo xurtkirina girêdana hevaltiya pîroz a partiya me PKK'ê hewl da. Hevrêyê me yê ku di qada leşkerî jêhatî bû û di taktîkên gerîla de pispor bû, li dijî êrîşên îmhayê yên artêşa Tirk a dagirker di sala 2015’an de dabû destpêkirin, bû parçeyek ji berxwedana mezin a li Zapê. Hevrêyê me yê ku li herêma Xeregolê di gelek çalakiyan de cih girt, ji bo derbên giran li dagirkeran bixe, gelek hewl da. Hevrêyê me di her çalakiyê de bi cesaret û fedakariya xwe, erka xwe bi temamî bi cih anî, bi vê taybetmendî û awayê tevlîbûnê ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Canşêr hem di jiyanê de hem jî di şer de erkên xwe bi cih anî, bi fedaî û fedekariya xwe veguherî mînaka rast a milîtaniya ku PKK’ê afirand. Hevrêyê me Canşêr ê ku di salên 2016 û 2017’an de dema dewleta Tirk a dagirker hemû derfetên xwe seferber kir, li herêma Zapê bû û di nava berxwedana herêma Zapê de kedeke mezin da û ji hemû hevalên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Canşêr li gel derfetên gelekî kêm jî dilê xwe bi felsefeya Rêber Apo mezin kir, bi têkoşîn û pratîka gerîlatiya serdema nû ya serketî cihê xwe di nava dîroka me ya têkoşînê de girt.

Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê teqez têkoşîna azadiyê ya ku hevrê Canşêr ê ku di bin her şert û mercî de nirxên ku têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê afirandiye parastiye û bi fedaî rê neda dagirkeran bi ser bixin.

MED DALAHO

Bajarê me Amed yek ji cihên destpêkê bû ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi gelê me re bû yek û her tim li hember êrîşên dagirkeran serî netewandiye, her tim xwedî li mîrateya berxwedanê ya Şêx Seîd derketiye. Hevrê yê me Med li hawîrdoreke welatparêz a Licê ku partiya me PKK li wir hat damezrandin û Rêber Apo ji têkçûna gelê Kurd re got, “Rawest!” ji dayik bû. Hevrê Med di nava malbateke kedkar û zehmetiyên aborî de mezin bû. Hevrêyê me Med weke her Kurdekî di zarokatiya xwe de bi rastiya dijmin re rû bi rû ma, êrîşên dagirkeran ên li ser gelê me û berxwedana efsanewî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji nêz ve dît. Hevrêyê me dît ku ji Kurdên birûmet re ji bilî têkoşîna azadiyê ti rêyek din nemaye, di nava kevneşopiya serhildanê de mezin bû. Hevrêyê me Med ê di zarokatiya xwe de defeta gerîlayê azadiyê yên ku hêviya gelê me ya rizgarî û serketinê dît, her tim hêvî û xeyala wê roja ku tevlî nava refên gerîla bibe û li çiyayên qedîm şer bike zindî hişt. Hevrêyê me demekê di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt, bi pêşxistina zanebûn û hişmendiyê xwe ji zêdetir beşdarî têkoşînê bibe re amade kir. Hevrêyê me Med li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê yên di sala 2014’an de li ser gelê me hat pêşxistin berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Med ku li Licê ya ku lê ji dayik bû û lê mezin bû tevlî refên têkoşînê bû. Piştî perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê li wir dît, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û dest bi pratîka yekemîn a berxwedana demdirêj a gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Med perwedeya yekem li erdnîgariya dijwar a Zapê dît, li qadê di nava erkên cuda de cih girt û tecrûbeyên mezin qezenc kir. Hevrêyê me Med her kêliya têkoşînê ji bo pêşdebirina xwe û tiştên hînbûyî bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me Med sekna xwe ya kedkarî û bi biryardarî bandorek xurt û erênî li ser hemû hevrêyên xwe hişt, di jiyana gerîlatiyê de bi lez û bez gihişt asta milîtanekî jêhatî. Hevrêyê me yê ku hem di warê leşkerî de hem jî di warê bîrdozî de xwe bi lez û bez bi pêş xist, bi lez û bez di taktîkên gerîla yên demê de pispor bû. Hevrêyê me Med ku şervanê fermandarê me yê nemir şehîd Elî Piling bû, bû yek ji bi sedan milîtanên Apoyî yên ku ji aliyê şehîd Elî ve hatin perwerdekirin. Hevrêyê me Med ê ku bi lez û bez fêrî pratîkê bû, di demeke kin de veguherî gerîlayekî jêhatî û li herêma Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker beşdarî gelek çalakiyan bû û di lêdana derbên giran a li dagirkeran de xwedî kedeke mezin e. Hevrêyê me Med ê ku bû şopdarê xeta şehîdan û bû hevrêyê hevrêyên xwe, para xwe ji heqîqetê girt. Hevrêyê me Med di dilê her hevalê ku pê re mayî de şopa xwe hişt û pratîkeke şer û jiyanê ku tu carî nayê jibîrkirin li pey xwe hişt.

Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Med ê ku di nava çanda berxwedanê ya Amedê de mezin bû, di nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê de bi fedaî jiya û bi milîtanî tevlî bû, bi serkeftinê tacîdar bikin.

REŞÎD WAN

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi derketina xwe re hişt ku gelê Kurd ê qedîm ê ku dagirkeran digot qey tinekiriye, bi felsefeya Rêber Apo bi rûmetî derkeve ser dika dîrokê. Gelê me yê berxwedêr ku li hemberî hemû êrîşên dagirkeran li ber xwe da, bi serhildanan xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derket. Herêma me ya Serhedê ku di dîrokê de serî li ber dagirkeran netwewand, yek ji qadên yekemîn bû ku têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê bi lez û bez berferih û mezin bû. Hevrêyê me Reşîd ku di malbateke welatparêz a bajarê Wanê yê xwedî nirx û çanda berxwedanê de ji dayik bû û bi kevneşopiya berxwedanê mezin bû. Hevrêyê me yê ku ji biçûkatiya xwe ve bûye şahidê zilm û zordariya dewleta dagirker, mîna her zarokekî Kurd, li hemberî van êrîşan her tim hêz ji berxwedana dîrokî ya gelê me girtiye. Hevrêyê me Reşîd ku li hemberî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker ti carî bêdeng nebû, zêdetir bi têkoşîna me ya azadiyê re eleqedar bû û ji fikrên Rêber Apo yên azadiyê bi bandor bû. Weke ciwanekî Kurd erkên xwe yên li hember gelê me pêk bîne bêhtir hîn bû û vê hînbûnê bi pratîka xwe bi cih anî. Di sala 2014’an de li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, bi taybetî li Rojava û Şengalê, weke her ciwanê Kurd ê bi rûmet biryara tevlîbûna nava têkoşînê û mezinkirina berxwedanê da û tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me baş zanîbû ku gelê me encax bi xurtkirina xweparastinê û têkoşîna li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî dikare serketinê bi dest bixe û di vê çarçoveyê de xwe li gorî meşa li ser xeta milîtaniyê ya ku tê xwestin amade kir. Hevrêyê me Reşîd piştî perwerdeya şervanên nû bi serkeftî bi dawî kir û navê yek ji fermandarên pêşeng ê şerê me yê gel ê şoreşgerî şehîd Reşîd Serdar li xwe kir û dest bi pratîka xwe ya yekemîn kir. Hevrêyê me yê ku bi lez xwe li erdnîgariya dijwar a herêma Zapê bi cih kir, ji bo ku bersiva pêwîst bide êrîşên artêşa Tirk a dagirker, di xebatên binesaziyê yên şerêde kedek mezin da. Hevrêyê me Reşîd ku yek ji hevrêyên li herûma Zapê bersiva yekemîn da êrîşên dagirkeriyê yên dijmin da, bi saya pratîka xwe ya xurt a li qadê bû yek ji hevrêyên me yên bingehîn ên jiyanê. Her tim bi pêşdebirina xwe, bi parvekirina tiştên hînbûyî bi hevrêyên xwe re xwe dewlemend kir, erkên xwe yên hevrêtiyê bi awayekî serketî bi cih anî û di pêşketina hevrêyên xwe dekedek mezin da. Hevrêyê me yê ku ji bo tolhildana şehîdên me yên leheng di gelek çalakiyan de cih girt, bû gerîlayekî azadiyê ku di pratîkê de jêhatî bû û derbên giran li dagirkeran xist. 

Em soza xwe dubare dikin ku em ê teqez xeyalên Kurdistaneke azad a hevrêyê xwe Reşîd Serdar ê ku navê şehîd li xwe kir û ala şehîdên me bi layiqî hilgirt û di şer û jiyanê de bû milîtanekî pêşeng, pêk bînin.

SERHAT TEKMAN

Xaka qedîm a Kurdistanê bi salan rastî zilm û zordariya dewletên dagîrker hatine û gelê me jî li vê xaka ku lê bi cih bûye, bûye penaber. Partiya me PKK’ê ya ku di bin pêşengiya Rêber Apo de derket holê, hişt ku gelê me ji nû ve ji xweliya xwe çêbibe û xwe li ser xeta berxwedanê ji nû ve biafirîne. Gelê me yê ku serî li ber dagirkeran netewand, li gel şert û mercên herî dijwar jî bi ziman, çand û mîrateya xwe ya berxwedanê rojbûna PKK’ê bi serhildanan pêşwazî kir û bi hezaran ciwanên Kurd berê xwe dan nava refên têkoşînê. Ji van bajarên qedîm yek jê bajarê Erziromê ye û bûye yek ji navendên asîmîlasyonên dijwar ên dagirkeran. Tevî hemû êrîşan jî hişmendî Kurdayetiyê û welatparêziyê gihand hemû nifşan.

Hevrêyê me Serhed ê ku di malbateke ku xwedî li kevneşopiya têkoşînê derket û taybetmendiyên wê yên welatparêziyê parast ji dayik bû û mezin bû. Di heman demê de bi şahidiya polîtîkayên hovane yên înkar û îmhayê yên li ser gelê me tê meşandin, mezin bû. Hevrêyê me Serhed polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker, bi taybetî ciwanên Kurd hedef digire, ji nêz ve dişopand, li hemberî êrîşên dewleta mêtinger ên ku ciwanên Kurd  ji nasnameya wan dûr dixe, bêdeng nema. Hevrêyê me yê ku partiya me PKK'ê ji welatparêzên derdora xwe nas kir, îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo ji nêz ve şopand. Hevrêyê me li aliyekî ji bo alîkariya malbata xwe ya di tengasiyên aborî de ye dixebitî, li aliyê din jî li dijî êrîşên dagirkeran şer kir û helwesteke zelal nîşan da. Hevrêyê me yê ku têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî êrîşên hovane yên li ser gelê me ji nêz ve dişopand, di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi vê tevlîbûna xwe rêya xeta têkoşînê nîşanî ciwanan da û nîşanî dagirkeran da ku ew ti carî nikare lêgerîna azadiyê ya ciwanan ji holê rake.

Hevrêyê me yê ku demekê li Çewlîgê weke gerîlatî kir, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û perwerdeya bingehîn a gerîla bi awayekî serketî qedand. Hevrêyê me yê ku fêrî taktîkên gerîlayên serdema nû bû û di îdeolojiya Rêber Apo de kûr bû, berê xwe da herêma Zapê û tiştên ku hîn bû xist pratîkê. Hevrêyê me yê ku demeke dirêj li herêma Zapê gerîlatî kir, bi kesayeta xwe ya kedkarî bêyî dudilî beşdarî hemû xebatan bû. Hevrêyê me yê ku bi moral û coş beşdarî jiyanê bû, ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê. Hevrêyê me yê ku ji têkiliyên hevrêtiya pîroz a PKK’ê pir bandor bû, bi girêdanek bêhempa hat girêdan û her tim ji bo xurtkirina xeta hevrêtiyê hewl da. Hevrêyê me Serhed di nava şerê dijwar ê li herêma Zapê şareza bû, di gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran hat xistin de li eniya herî pêş cih girt. 

Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Serhed ê ku di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de veguherî milîtanekî jêhatî, di jiyanê û şer de ji hevrêyên xwe pêşengî kir û li ser xeta fedaitiyê tevlîbûneke bê sînor raber kir, bi serketinê tacîdar bikin.

DIJWAR JÊHAT

Hevrêyê me Dijwar li navenda berxwedana Kurdistanê û dilê Botanê li Cizîrê ji dayik bû. Hevrêyê me Dijwar ê li Cizîr a ku serî li ber êrîş û dagirkeriyê netewendiye mezin bû û taybetmendiyên kesayeta têkoşer a Botanê ya ku Gerîlayên Azadiya Kurditanê bi gelê me yê  welatparêz re bû yek û şaxê xwe bera dîroka berxwedana gerîlayan da ye di xwe d bi cih kir û her tim xwedî li nirxên azadiyê ya gel derket. Hevrêyê me yê ku ji zarokatiya xwe ve şahidiya polîtîkayên qirêj û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker kir, hêrseke mezin di dilê xwe de kom kir. Ji bo gelê me bibe xwedî pêşerojeke azad li hêviya roja ku tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku bi fedaî li ber xwe didin, bû. Di dema êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gelê me yê Rojava û Şengalê dimeşand, hevrê Dijwar dît ku gelê me bêyî parastineke xurt nikare azad bijî û weke bersiveke li dijî êrîşan berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîlayan bû. 

Hevrêyê me Dijwar ê ku bi eşq û heyecaneke mezin tevlî jiyana gerîla bû, perwerdeya bingehîn a gerîla bi serkeftî qedand û berê xwe da herêma Zapê. Hevrê Dijwar li Zapê dest bi pratîka xwe ya gerîlatiyê kir. Hevrê Dijwar bi jêhatîbûna qada leşkerî re di demek kurt de di aliyê taktîkên gerîlatiyê de bû pispor. Hevrêyê me Dijwar ku di pêşengtiya yek ji fermandarê me yê nemir şehîd Elî Piling de beşdarî gelek çalakiyên ku derbên giran li dewleta Tirk a dagirker xistin bû, li dijî dagirkeran hêz da têkoşîna me ya bêwestan Hevrêyê me yê ku ji bo tolhildana zilma li ser gelê me û şehîdên me tê kirin bi her awayî xwe pêş xist û bi hêz kir, ji bo bicihanîna pêdiviyên serdemê bê navber xebat û têkoşîn meşand. Hevrêyê me milîtaniya layiqî Rêber Apo kir armanca sereke ya jiyana xwe, yek ji hevrêyên me bû ku ji bo pêkanîna rast a jiyan û xeta şer a PKK’ê ked da. Hevrêyê me Dijwar bi tevlîbûna jiyanê, bi têkiliyên xurt ên hevrêtiyê û bi hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran erkên xwe yên demê bi cih anî rastiya şehîdan derxist zanebûnû û pêkanîna wê esas girt. Hevrêyê me yê ku dizanibû şoreş di kêliyê de veşartiye, her kêliya ku nefesê digire diyarî têkoşînê kir, xwe ji nû ve afirand û bû şopdarê heqîqeta ku PKK’ê afirandiye. Hevrêyê me Dijwar bi ked û fedakariya xwe di berxwedana gerîla ya li herêma Zapê de derket pêş. Hevrê Dijwar bi nêzîkatiya berpirsyarî û zanebûn a ji erkên şoreşgerî re li cihê ku lê bû, bû xwedî tevlîbûneke mînak. 

Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên hevrêyê xwe Dijwar ê ku di nava refên têkoşîna azadiyê de xwe ji nû ve afirand û her kêliya enerjiya xwe ya ciwan diyarî têkoşînê kir û bi fedaî şer kir, di Kurdistana azad de bidin jiyîn."