Gêrik ji hêla rêxistinî ve li pêşiya mirovan in

Du lêkolînên li Zanîngeha Lozanê derxistin holê ku ji hêla rêxistinî ve bi milyonan sal li pêşiya mirovan in.

Gêrik mîna wan heyînên ku xwedî rêxistiniyeke siyasî ya berz têne zanîn. Di nav yek kooniyê de carinan tenê bi yek kralîçeyê re dixebitin, carinan ji hêla bi 1000 kralîçeyê ve rêxistiniya wan tê kirin.

Ev tîpên cihê yên hîyerarşiyê li gorî şertên cihê yên derdorê diçin û mînak, li ser bejna kralîçeyan ve û agresîvîtya karkeran bandorê dike. Ango reftarên wan li gorî parastina hebûna yek an jî zêdetir kralîçeyan diguhere.

Du lêkolînên ku Çile Zanîngeha Lozanê kirî danî holê ev mekanîk ji hêla ''xijxijokan' ve tê diyarkirin. Lêkolîn di kovarên ''Current Bîology'' û ''Natûre Ecology'' de hatin weşandin.

Ji deportmana ekolojiyê û perasanê Laureng Keller got xijxijokek koma genan e ku li ser kromozonekê têkildarî hev in. Di gêrikên ataş de nêzî 600 gen hene ku girêdayî hev bi sed hezaran salan li gel hev dijîn. 600 gen 60 ji 100'î yê kromozanê diyar dike.

Zanyar lêkolînê li ser dikin bê ka ev rewş gel mirovan jî hene yan na. Lê heta niha hê di DNA'ya mirov de ev xijxijok nehatine dîtin. Di rewşa berdest de bi mîsogerî wiha tê gotin: Gêrik di rêxistiniya sossyal bi milyonan sal li pêşiya mirovan in.