Dînozor li gel teqîna volkanan bi hezaran salî sax man

Li ser tinebûna dînozoran a beriya 65 milyon salî gelek teorî hene. Tê gotin ku dînozor bi dehan milyon salî li gel teqîna volkanan jî şert û mercên jiyanê ji xwe re afirandin û bi vî rengî jiyana xwe domandin.

Li gorî lêkolînekê ku li kovara Plos One hate weşandin, eşkere bû ku demeke dirêj beriya serdema tinebûna dînozoran, li gel teqînên dijwar ên volkanan jî dînozor bi hezaran salî sax man.

Pisporên Zanîngeha Capê, fosîlên 25 şopên lingan ên li Çola Karoo ya li Efrîkaya Başûr dîtin, lêkolîn. Di lêkolînê de hate tespîtkirin ku ev şopa lingan ji 'Serdema Jûra ya Destpêkê' ne, ku beriya 174 heta 201 milyon salî bû. Pisporan tespît kirin ku beriya 183 milyon salî, ji ber teqîna dijwar a volkanan germahî û metirsiyeke mezin li dinyayê hebû, lê belê tevî vê yekê jî dînozor û hin zindî sax man.

Li gorî lêkolînê, li gel teqînên dijwar jî dînozor bi hezaran salî sax man. Hate ragihandin ku teqîna navborî jî ji volkanên li Drakensbûrgê çêbûne.

Ji pisporên lêkolînê Emese M. Bordy destnîşan kir, piştî teqînên li Efrîkaya Başûr, zindiyên li herêmê heta ku lav li tevahiya herêmê belav bibin hebûna xwe parastin. Bordy diyar kir, ev yek tê wê wateyê ku eger di paşerojê de teqîn rû bidin wê zindî karibin xwe li gorî şert û mercên hingî amade bikin.

Ev lêklîn li ser dînozorên li derdora Efrîkaya Başûr bûn. Ji bo tinebûna dînozorên li gelemperiya cîhanê beriya 65 milyon salî, tê gotin ku ji ber meteorek li cîhanê ket welê li cîhanê hat ku jiyan lê nepêkan bû.