'Dînozor bi kevirê ezmanî qir bûn'

Lêkolîneke dawî ya ku di kovara Scîenceyê de weşiyayî, teoriya 'kevirê ezmanî' ya li ser qirbûna dînozoran qewîm kir.

Derbarê dînozoran ku beriya bi 66 milyon sal qir bûn, li ser pirsa bê ka çawa qir bûn, teoirya ku derdikeve pêş ew e ku piştî kevirekî ezmanî li cîhanê dikeve qira wan tê. Her wiha hin zanyar dibêjin piştî ku gelek çiyayên agirîn agir jixwe pijiqandin, bi bandora alavê qir bûn.

TEORIYA LÊKETINA KEVIRÊ EZMANÎ HATE PARASTIN

Lê bi qasî 30 zanyarî îmzeya xwe li wê lêkolîna dawî xistin ku di kovara Scîenceyê de weşiyaye. Di lêkolînê de hate gotin teoriya lêketina kevirê ezmanî ya ku heta niha tê qebûlkirin rast e û ji ber vê qira dînozoran hatiye.

Bi vê teoriyê bi bandora kevirê ezmanî ku li cîhanê ketiye, avûhewa bi dest xwe re û bi rengekî tund guheriye û ev bûye sedem ku qira dînozoran were. Di lêkolînê de li tortên ku ji deryayê hatine derxistin hûr bûne berî û piştî qirbûna dînozoran li ser guherîna germahiyê û li ser asta gaza karbonê nerîne ku dibe sedema germbûna atmosferê.

ÎHTÎMALA TEQÎNA ÇIYAYÊN AGIRÎ PIR KÊM E

Li ser vê mijarê toeriyeke dî jî teqîna çiyayên agirî ye. Li gorî pisporan ev encex bi du îhtîmalan pêkan e. Li gorî vê bi kêmanî 87 ji 100'î yê teqînên çiyayên agirî piştî ku dînozor bi temamî ji holê rabûne pêk hatine an jî nîvê wan piştî qirbûna dînozoran pêk hatine.

Ji ber vê pispor dibêjin teza ku dibêje ji ber teqîna çiyayên agirkuj bûye sedema qirbûna dînozoran ''îhtîmaleke pir kêm e''. Di lêkolînê de tê gotin teqîna çiyayên agirî ya li Hindistanê germahiya global bi 2 pîleyan zêde kiriye lê ev beriya ku kevirê ezmanî yê mezin li cîhanê bikeve bi 400 hezar salî çêbûye.

Di lêkolînê de her wiha hate gotin dema ku kevirê ezmanî ketiye germbûna global hatiye ser rewşa berê, her wiha piştî ku kevirê ezmanî dikeve bi asta cîhanê ekosîstema pir diguhere.