Dibe ku jiyana li dinyayê bi saya birûskan çêbûye

Li gorî lêkolîneke dawîn, bi saya birûskên bi milyonan salan dibe ku bingeha jiyanê li dinyayê çêbûye.

Li gorî lêkolîna hevpar a Zanîngeha Yale ya DYE û Zanîngeha Leeds a Îngîltereyê dibe ku birûskan rê li ber jiyana li dinyayê vekiriye.

Li gorî lêkolînê bi saya birûskên bi milyonan salan re fosfor belav bûye û bi vê re jî biyomolekulên ji bo jiyanê pêk hatiye. Li gorî pisporan ev tişt tevkariyê li avabûna jiyana li dinyayê dike.

Tê zanîn ku fosfor a ku ji bo jiyanê hewce ye, 4.5 milyar sal berê li dinyayê gelekî kêm bû û yek ji meraqan jî ev bû ku fosfor a ji bo biyomolekul û avabûna DNA’yê çawa hatiye ba hev. Tê diyarkirin ku ev tişt bi saya fosforê û mînerala bi navê schreîbersîte ya di nava wê de pêk hatiye.

Li gorî lêkolînê 3.5 û 4.5 milyar sal berê salê ji 100 milyonî heta milyarekê birûsk li dinyayê dida. Ev pêvajo bi qasî milyarek salan domiyaye.

Li gorî lêkolînên berê mînerala bi navê schreîbersîte ya ku çavkaniya fosforê ye meteorîtên ji fezayê ye. Di lêkolîna dawîn de tê diyarkirin ev meteroît têra evqasî fosforê nake ku jiyan pêk were.