Derziyên mRNA ji bo dermankirina kanserê dibin hêvî

BionTech ku derziya li dijî vîrûsa koronayê çêkir, derziya li dijî kanserê ku li ser mişkan bi bandor e, dest pê kir ku li ser mirovan biceribîne.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê şîrketê ve hate dayin, derziyeke bi teknolojiya mRNA hatiye amadekirin piştî ku li dijî kansera çerm li ser mişkan encameke erênî nîşan da, li ser mirovan dest bi ceribandinê hate kirin.

Derziya ku li ser mişkan hate ceribandin, hem li dijî kansera çerm, hem jî li dijî tumorên li organên mîna pişikê ku kansera çerm lê belav dike, bi bandor e û ev bandora wê eşkere bû.

Derzî ji aliyê şîrketên BionTech û Sinofi ve bi rengekî hevpar hate amadekirin.

Piştî vê ceribandinê şîrketan dest pê kirin ku derziyê li ser 231 nexweşên bi kansera sîngê û melanoma biceribîne. Hate ragihandin ku 17 kesên destpêkê yên ku tevlî ceribandinê bû, derziya mRNA bi rengekî baş tolere kirine û tedawiya wan dewam dike.

Şîrketên ku li ser derziyên mRNA'yê dixebitin, armanca xwe ya bingehîn ew e ku rêbazeke tedawiyê li dijî kanserê biafirînin.

Derziyên mRNA'yê ku li dijî tumorên ku pergala xweparastinê ya beden têk dibe, bedenê hişyar dike. Ev jî weke yek ji çekên herî bi bandor ên li dijî kanserê hêviyê dide mirovan.