Derziya AIDS’ê ya Emerîka hêvî dide

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê testên klînîkî yên derziya ku şîrketa Moderna li dijî vîrusa HIV’iyê çêkiriye destpê kir.

Di rewşa niha de dermanek ku vîrusa HIV’iyê qenc bike yan jî pêşî lê bigire tune ye.

Kesên bi AIDS’ê dikevin herî baş dikarin înhîbîtorên vîrusê bikar bînin. Lêbelê înhîbîtor jî hewce ne ku heya dawiya temen werin bikaranîn û nexweşiyê derman nakin.

Heya niha tenê du kesan li çar aliyê cîhanê bi saya veguheztina hucreyên kok ve karîne tam başbin.

Şîrketa Moderna bi derziya RNA HIV’iyê hêvîdar e ku dikare vê rewşê biguherîne.

Şîrketa Moderna ya Emerîkî di 27ê Çile de bi piştgiriya IAVI (Înternational AIDS Vaccîne Înîtîatîve) dest bi ceribandinên klînîkî kir. Niha li çar zanîngehên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê test têne kirin.

Ji bo testan, 56 kesên saxlem û seronegatîf hatin hilbijartin. Evane wê dozek an jî du doz derziyê bistînin. Paşê wê du mehan bên şopandin.

Serokê IAVI Mark Feînberg di daxuyaniyeke çapemeniyê de got, "Em bi kelecan in ku di vê rêça nû ya çêkirina derziya HIV’iyê de ya bi platforma RNA ya Modernna-yê pêşde biçin. Lêgerîna derziya HIV’iyê dirêj û dijwar bû û bûyîna xwediyê amûrên nû yên îmmunojenîk dibe ku bibe mifteya ku bi lez ber bi derziyek bi bandor ve biçin."