Ava li Marsê ji texmînan zûtir dûkelî dibe

Mars ku weke gerstêrkeke alternatîfa cîhanê tê dîtin, tê gotin ku ava wê ji texmînan zûtir dûkelî dibe. Tê destnîşankirin ku ev li pêşiya mirovan ne asteng e ku mirovan bişînin Marsê.

Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) û Ajansa Fezayê ya Rûs (Roscosmos) ji bo lêkolîna atmosfera Marsê di sala 2016'an de bi hev re maşîneke fezayî ya bi navê Trance Gas Orbîterê şandibûn. Daneyên vê maşînê li rojnameya The Îndependentê hatin weşandin.

Li gorî zanyarên tevlî lêkolînê bûn, li Marsê ku wextekê gelekî av lê hebû, ji texmînan zûtir dûkelî dibe. Ava ku weke nîşaneya îhtimala jiyanê ya li 'gerstêrka sor' tê nîşandan, tê îdîakirin ku ji ber transformasyona li Rojê zû dûkelî bûye.

Li gorî pisporên ji rojnameyê re axivîn, dema ku Roj molekulan vediguherîne atomên hîdrojen û oksîjenê ev yek dibe sedem ku ava li gerstêrkê zûtir dûkelî bibe. Ji ber ku hêza kişandina ber bi xwe ve ya gerstêrkê têrker nîne, hingî av li fezayê winda dibe.

Bi dehan sal in ku lêkolîn tê kirin ku av û jiyan li Marsê heye yan na. Tê gotin ku dûkelîbûna ava li Marsê wê bi milyonan salî dewam bike. Pispor dibêjin, ev nayê wê wateyê ku heta mirovan xwe gihandin Marsê wê av biqede.

Pispor her wiha destnîşan dikin, ku nerast e projeya NASA'yê ya ji bo şandina mirovan ji Marsê re bibe mijara nîqaşê. Lêkolînerê Fransayî Franck Montmessîn ji Îndependentê re axivî û diyar kir, divê planên xwegihandina mirovan di vê sedsalê de ya li Marsê bê neyê nîqaşkirin. Montmessîn destnîşan kir ku dûkelîbûna avê li Marsê li gorî demsalan e û ev yek bi taybetî li cemserên Marsê di dema zêdebûna tîrêjên Rojê bêhtir dibe.

Li gorî daxuyaniya NASA'yê projeya şandina mirovan ji bo Marsê wê di nava 10 salên bê de zelal bibe.

Li gorî daxuyaniyên heta niha, beriya demeke dirêj li ser rûyê Marsê gol û çem hebûn.