18'ê Mijdarê wê heyv bê girtin

Şeva 18'ê Mijdarê û sibeha 19'ê Mijdarê wê heyv bê girtin.

Li gorî zanyarên fezayê û çavdêrên stêrkan, bi rengê ku roj bê girtin wê heyv bê girtin.

Zanyarên fezayê diyar kirin ku ji ber geometriyê, heyv wê qiraxeke xwe li ber rojê bihêle û ji sedî 3 ne di nav de wê piraniya wê bikeve bin siya cîhanê. Bi vî rengî wê mirov bi hêsanî girtina heyvê bibînin.

Girtina 18'ê Mijdarê weke girtineke bi temamî nehatibe ragihandin jî rûyê heyvê mîna dema girtina bi temamî wê tarî bibe û hinekî jî bi reng xuya bike.

Tê payin ku girtina heyvê saet di 23:18'an dest pê bike. Girtina mezin jî, yanî nixumîna ji sedî 97 ê rûyê heyvê jî saet di 01:02'an de pêk were.